Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 685’an de ye

Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê di roja 685’an de didomîne û bi gotina ‘Redkirina vê pêşnumeqanûnê bê wijdanî ye’ bertek nîşanî redkirina Pêşniyarqanûna Lêkolînê ya têkildarî komkujiya li Nexweşxaneyê dewletê ya Pirsûsê da.

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 685’an de didome.

Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

‘Redkirina vê pêşnûmeyê bê wijdanî ye’

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “HDP’ê li Meclisê ji bo komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Pêşnûmepirsa Lêkolînê da. Redkirina vê pêşnûmeyê bê wijdanî ye, parastina kesên sûcên li dijî mirovahiyê kirine ye. Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin.”