Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 673’an de ye
Malbata Şenyaşar a di roja 673’an de Nobeta Edaletê didomîne bang li rayedaran kir û got ku ew ê dest ji daxwaza xweya edaletê bernedin.

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 673’ an de dom dike.
Hat ragihandin ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe rakirine nexweşxaneyê û piştî ku tedawiya wê temam bûye li malê istirehetê dike. Çalakiya îro ya nobetê Ferît Şenyaşar bi tenê nobetê didomîne.
‘Emê têkoşîna xwe ya bi heq berdewam bikin’
Ferît Şenyaşar, diyar kir ku tevî rewşa tenduristiyê ya dayika wî jî dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Serfaîlê bûyera qewimî parlamentere lê tevî vê yekê jî navê wî di îdianameyê de derbas nabe.”
Ferît Şenyaşar bal kişand li ser komkûjiya di 17’ê Çileyê de li nexweşxaneyê hat pêkanîn û wiha got: “Daxwaza me ya sereke ew e ku parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz ku komkujiya li nexweşxaneyê organîze kir weke bersûc were darizandin. Em ê vê daxwazê bikin. Qeydên kamerayên nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne. Dema pêvajoya parlamenteriyê qediya dê ew dîmen derkevin holê. Em ê li bendê bisekinin. Emê li mala xwe rûnenin. Emê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.”
‘Ji bo hemû rojnamevanan edalet’
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam da: “Hinek gotin hêz didin mirovan, ew gotina ku ji devê hemû kesan derdikeve ‘Kêm Ma’! did erbarê ew nuçeyên ku hatîn amadekirin de ji bo hemû ew rojnamevanên ku hatine Edalet û ji hemû kesî re Edalet.”