Nobeta Edaletê ya malabata Şenyaşar di roja 670’an de ye
Malbata Şenyaşar a di roja 670'emîn de nobeta adaletê didomîne vê peyamê da: ‘Dayik ev dû sale li ber deriyê edliyê ye lawê wê jî 4 sal û nîv e bi ‘fermana serdestan’ girtî ye, tawanbar xwe li pişt AKP veşartiye.”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, ji ber bersûc werin darizandin û Fadil Şenyaşarê ku neheqî hatî girtin were berdan ji 9’ê Adara sala 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kiriye.
Ji ber dawiya heftiyê îro edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê di roja 670’emîn de çalakiya xwe ya nobeta Edaletê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parev kir: “Xelatên ku didin me ji bo daye dibe moral. Lê belê rûyê dayê nakenîne. Dayê du sal in li ber deriyê edliyê ye, lawê wê jî 4 sal û nîv e bi ‘fermana serdestan’ girtî ye. Tawanbar xwe li pişt AK Partiyê veşartiye. Dozgerên komarê wezîfeya xwe pêk nayînin.”