Nobeta Edaletê di roja 676’emîn de ye
Malbata Şenyaşar ji bo danişîna ku dê di 17’ê çileyê de were lidarxistin banga tevlibûnê li parlamenterên AKP’î kir û wiha got: “Bila werin û ji şahidan guhdar bikin bê ka hevalên wan komkujiyeke çawa kirine.”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 676’emîn de ye.
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li pêşiya edliyeyê pankart daliqandin û çalakiya nobeta berdewam dikin.
Bang li wekîlên AKP’ê
Ferît Şenyaşar xwest hemû kesên behsa hiqûq û edaletê dikin li ber Edliyeya Rihayê binerin û bi bîr xist ku doza derbarê êrîşa li dijî wan ya li nexweşxaneyê pêkhat dê di 17’ê çileyê de li Meletiyê were dîtin. Ferît Şenyaşar wiha got: "Em ligel nûnerên hemû partiyên siyasî yên ku di rêziknameya partiya wî de edalet heye, li benda Meletî ne. Di nava vê de wekîlên partiya desthilatdar jî hene. Bila wekîl werin û ji şahidan bibihîzin ka çawa Hevşaredarên wan qetlîam kirin."
'Nikarin derkevin nava gel’
Malbata Şenyaşar ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Daxwaza dayikan EDALET e. Ma pêkanîna edaletê ew qas zehemt e. #EvBendewarîÇima Yên ku bûne sedema vê bêedaletiyê nikarin li # Rihayê derkevin nava gel…”