Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 117’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku nobeta xwe ya li ber Wezareta Edaletê ya Tirk di roja 117’an de berdewam dike, careke din daxwaza edaletê kir.

Enqere-Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeda Edaletê ya Şenyaşar di roja 117’emîn de didome. Lê wek her tim îro jî deriyên wezaretê li malbatê hat girtin.

Piştî nobetê Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî meclîsê bû.

Çalakiya Sevînç Çakir di roja 38’an de ye

 Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 38’emîn de berdewam kir.