Nivîskar Oya Baydar: Çareseriya pirsgirêka Kurd yekem gavê demokrasiyê ye
Nivîskar Oya Baydar diyar kir ku pêkanînên qayûmê nîşaneyek neyartiya li hember Kurdan e û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd, yekem gavê aştî û demokrasiyê ye. Em ji yên ku çareseriyê asteng dikin re dibêjin nabe.”
AXÎN BAHAR
Amed – Nerazîbûnên li hember anîna qayûmên ji bo şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê, berdewam dikin. Hunermend, nivîskar, rojnamevan û gelek kesên navdar şandeyek ava kirin. Şande çûn serdana Şaredariyên ku dewleta Tirk qayûm avêtine ser wan. Şande destpêkê çû serdana Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, paşê jî çûn serdana hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik. Hevdîtina di navbera şandeyê û hevşaredaran de, bê çapemenî pêk hat.
Şandeyê di 9-10’ê Kanûnê de li du bajaran bi sernavê “Ne bi dilê me ye, em erê nakin” daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dixwazin bawerî, nasname, ziman û çanda hemû gelan di nav aştî û aramiyê de bijîn. Daxuyanî wiha dom kir: “Em naxwazin bibin neyarên hev. Em naxwazin ku jin û zarok rastî tundî, destdirêjî û tacîzê bên. Em cudaxwaziyê naxwazin.”
Nivîskar Oya Baydar, yek ji endamên vê şandeyê bû. Oya Baydar diyar kir ku pêkanînên qayûmê darbeyek in ku li demokrasî, mafên mirovan û hêviya jiyana xweştir a li Tirkiyê hatiye xistin. Oya Baydar ragihand ku nivîsa daxuyaniyê, 8 sal berê hatiye amadekirin û wiha berdewam kir: “Em ji Rojava (Tirkiyê) hatin. Bi rastî me nêzî 8 sal beriya niha ev nivîs amade kiribû. Wateya wê jî ‘em ji rewşa ku li Tirkiyê didome, acis in’ bû. ”
‘Em hatin ku dengê bi milyonan kesên bêdeng nîşan bidin’
Oya Baydar, destnîşan kir ku bi zêdebûna binpêkirinên li Tirkiyê re, pêkanînên qayûmê jî zêdetir bûye û wiha got: “Pêkanîn her ku çûn xirabtir bûn. Dawiyê jî pêkanînên qayûmê ji nû ve kirin dewrê. Em li dijî van pêkanînan in û em hatin ku dengê bi milyonan kesên bêdeng, nîşan bidin.”
‘Em şer naxwazin’
Oya Baydar balkişand ser nîşaneyên pêkanînên ne demokratîk ên li Tirkiyê û wiha got: “Gava ku em dibêjin em ji pêkanînên qayûmê acis in, em dibêjin em ji rêveçûna ne demokratîk a li Tirkiyê acis in, em ji şer acis in, em ji tunekirina hêviya aştiyê, ji birîndarkirina aştiya navxweyî acis in.”
Oya Baydar, diyar kir ku dixwazin bibin dengê bi milyonan kesên ku ji vê yekê acis in û wiha got: “Em hatin ku tiştên bi milyonan kes difikirin lê newêrin bînin ziman, ji zextan, ji bêderfetiyan nikarin bînin ziman, li vir bînin ziman. Em ne tenê ji bicihkirina qayûman, her wiha ji zimanê ku gelan ji hev diqetîne jî acis in. Ji wan pêkanînan, siyaset û ferasetan acis in.”
‘Çareseriya pirsgirêka Kurd yekem gavê demokrasiyê ye’
Oya Baydar got ku “Pêkanîna qayûm her wiha nîşaneyek dijminatiya li hember Kurdan e jî” û wiha berdewam kir: “Em bi pêkanînên qayûmê ji hev tên dûrxistin û gelek kes jî ji vê yekê haydar nabin. Her tim me dikin dijmin. Em herî zêde jî, ji pêkanînên ku me ji hev diqetînin û li pêşiya têkoşîna me ya hevpar dibin asteng re dibêjin na. Hêviya me, xala esasî ya ku em divê li ser bisekinin, peydakirina vê yekîtiya me ye. Çima divê em bi hev re bin? Ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo çareseriya pirsgirêkan divê em bi hev re bin. Çareseriya pirsgirêka Kurd, yekem gavê aştî û demokrasiyê ye. Gavê yekem û herî girîng e.”
Polîtîkayên dualî yên desthilatiyê
Oya Baydar balkişand ser bang û daxuyaniyên ku ev du mehên dawî ne ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve tên dayîn jî. Oya Baydar got ku desthilatiya siyasî, polîtîkayek dualî dimeşîne. Oya Baydar, axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ez bi xwe fam nakim ka di demên dawî de çi diqewime. Nabînim ku kesên li dora min jî fam dikin. Dixwazin çi bikin? Ji aliyek ve dibêjin bila kesên di nav DEM Partiyê de ‘ji welatiyê bên avêtin’ , ‘Ji Meclisê bên avêtin’, ji nişka ve jî dibin tiştek cuda. Ev gotin li gor min jidil û dirust nînin. Ev nêrîna min a ferdî ye. Ez nizanim ka ev dê bi ku de here, ev daxuyanî kemînên nû ne gelo? Planên nû hene? Ji aliyekî ve daxuyaniyên ji aliyê desthilatiyê ve tên dayîn, ji aliyê din ve avêtina qayûman a ser şaredariyan heye. Hêviya min ji van gotinan tuneye. Divê em vê rêveçûnê hinek din jî bibînin. Lê di vê navberê de jî divê em li hember van pêkanînên ne demokratîk jî nerazîbûna xwe bînin ziman.”