Mufredata perwerdeyê ya rastî bertekan hatibû hat qebûlkirin

Mufredata nû ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê ve hat amadekirin û ji gelek aliyan ve rastî gelek bertekan hat, ji aliyê Lijneya Hîndekarî û Terbiyeyê ve hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan - Lijneya Perwerdeyê bernameya nû ya bi navê "Modela Pergala Perwerdehî û Hîndekariyê ya Sedsalê ya Tirkiyeyê” ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MEB) ve hatibû amadekirin, pejirand.

Mufredata ku ji aliyê gelek kesan ve rastî bertekan hat, wê niha ji bo pejirandinê pêşkêşî wezaretê bê kirin. Serokê Lijneya Hîndekarî û Terbiyeyê, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hemû nêrîn û pêşniyarên têkildarî pêşnûmeya mufredata nû hatin dayîn, ji aliyê Lijneya Hîndekarî û Terbiyeyê ve bi baldarî hatin nirxandin. Di pêvajoya rawestandina Modela Pergala Perwerdehî û Hîndekariyê ya Sedsalê ya Tirkiyeyê de, 67 hezar û 284 nêrîn û pêşniyarên hevparên perwerdeyê hatine, yek bi yek hatin tesnîfkirin.”

Mufredata nû wê qonax bi qonax bê pêkanîn

Di vê dema ku ji bo mufredatê rexneyên “Ne bernameya dersê ye, bernameya partiyê ye” tên kirin, di dersan de pêkanîna referansên olî û cihgirtina îfadeyên “cîhad, mirovên kamil” ên di pirtûkên dersan de jî hatin rexnekirin. Mufredata nû, di sala nû ya perwerdeyê de dê dest pê bike û wê ji pêşdibistan, pola 1’emîn a dibistana seretayî, pola 5’emîn dibistana navîn û heta pola 9’emîn a lîseyê, qonax bi qonax were pêkanîn.