Meclisa Jin a PYD’ê civîna xwe ya berfireh li dar xist

Meclisa Jin a PYD ji bo amadekariyên konferansa xwe ya wê di rojên pêş de bê lidarxistin, li bajarê Qamişlo civîna xwe ya berfireh li dar xist.

Qamişlo – Meclisa Jin ya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya "Bi rêxistinkirina jin û civakê misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" ji bo amadehiya konferansê xwe ya wê di rojên pêş de bê lidarxistin, civîna xwe ya berfireh lidar xist.

Rêveber û endamên bajar û beldeyên yên Meclisa Jin a PYD'ê, endamên sazî û rêxistinên jin û Meclisa Malbatên Şehîdan jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, rapora kar û xebatên du salan a Meclisa Jin a PYD’ê hat xwendin. Paşê li ser rewşa siyasî ya li heremê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewime nîqaş hatin meşandin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ ê ya bajarê Qamişlo axivî û Menîce Heyder bal kişand li ser rola jinan di kar û xebatên PYD’ê de.

Menîce Heyder wiha got: “PYD’ê di sala 2003’an de hate damezrandin. Jin çawa di nava şoreşê de bi li ser fikir û felsefeya Rêber Apo de îradeya xwe nas kirin û di civakê tevahî de jî xwe da îsbatkirin, di her qadekê de jî cihê xwe girt. Ev ne tiştekî hindik e. Li beramber êrîş û siyasetên ku li hemberî me tê meşandin civînekî wiha hat lidarxistin bi xwe serkeftineke pir mezin e ji bo me.

Siyasetên pir dijwar li ser me tên meşandin. Êrişên hewayî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin. Bi taybet pêşengên jin tên hedef kirin. 25 sal in li ser Rêber Apo tecrîdek girankirî tê meşandin. Em weke gel tu carî bê îrade nebûn û me bê dudilî jiyan nekin. Ji ber ku em xwedî xwestek, îrade û armanc in. Em ê li hemberî hemû siyaset û êrîşan bisekinin.”

Civîn bi nirxandina kar û xebatên Meclisa Jin a PYD’ê û danîna plansaziyên ji bo xebatê yên dema pêş bi dawî bû.