Malbata Şenyaşar: Hikûmet kor, ker û lal bûye
Malbata Şenyaşar di roja 677'emîn ya nobeta edaletê, banga li dadgeha dê di 17'ê Çileyê de bê pêkanîn kir û wiha got: “Heqîqet derketin holê. AKP’ê û hikûmet kor, ker û lal bûne."

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 677’ an de didome.
Malbata Şenyaşar ji ber dawiya heftiyê îro edliye girtî ye, çalakiya nobeta edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne, li ser hesabên xwe yên medyay dijîtal ev parvekirin kir: "Sedema ku dayik nêzî 2 sal in li ber deriyê edliyeyê rûdine, piştî bûyerê sekna hikûmetê ya li pişt parlamenterê ku sûcê li dijî mirovahiyê kir e. Heqîqet derketin holê. @Akparti û hikûmet kor, ker û lal bûne. Em ê di 17’ê çile de bi daxwaza xwe ya maf, hiqûq û edalet li Meletiyê bin.”