Malbata Şenyaşar: Her kes baş dizane ku em mafdar in

Malbata Şenyaşar ku 672 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta Edaletê didomîne, wiha got: "Her kes baş dizane ku em di doz û têkoşîna xwe de mafdar in.”

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 672’emîn de didome. Dayik Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatin ber edliyeyê û nobedê dan destpêkirin.

Dê mizgînî têra rizgarkirina desthilatê nekin’

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Têkoşîna me ya ‘Maf û Edaletê’ li Rihayê di roja 672’yemîn de ye. Her kes baş dizane ku em di doz û têkoşîna xwe de mafdar in. Heta ku di civînên kabîneyê de bêedaletî neyê axaftin, dê mizgînî têra rizgarkirina desthilatê nekin!”