Mala Jinê ya Kardelen careke din dest bi xebatên xwe kir

Mala Jinê ya Kardelen a girêdayî Şaredariya Rezanê piştî serdema AKP’ê dîsa dest bi xebatên xwe kir û li gorî pêşniyarên jinan xebatên xwe dide meşandin.

Navenda Nûçeyan- Mala Jinê ya Kardelen a girêdayî Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Rezana Amedê, piştî hilbijartinên 31’ê Adarê dîsa dest bi xebatên xwe kir. Xebatkarên Mala Jinê ya Kardelenê ya li Taxa Kaynartepeyê weke karê destpêkê xwe gihand jinên li taxê. Mal bi mal geriyan û li pêdivî û daxwazên wan guhdarî kirin. Di vê çarçoveyê de ji bo zarokan qada lîstikê ava kirin. Mala Jinê ya Kardelenê ji bo zarokan di danên sibehê û nîvro de li gel perwerdekaran li odeyên lîstikê çalakiyan li dar dixin. Di odeya lîstikê ya ji bo zarokên pêşdibistanê firsendê diafirîne ku demeke xweş derbas bikin. 

Di çarçoveya daxwazên jinan a ji bo hînkirina pîşeyê de kursa kuaforiyê hat vekirin. Kurs, ji hêla kesa pispor ve tê dayîn û jin li vir kitekitên vê pîşeyê hîn dibin. Kursên ku wê weke du koman were vekirin wê 3 mehan berdewam bike. Li ser daxwaza jinan, piştî bidawîbûna amadekariyan dê Kursa Aşpêjiyê dest pê bike. Jinên ku dê tevli kursê bibin dê di saetên atolyeyê de dikarin bi dilrehetî zarokên xwe bibin odeya lîstikê û ew bi xwe jî perwerde bibin.

Koordînatora Mala Jinê ya Kardelenê Bîrgul Harman têkildarî kursan agahî da û diyar kir ku di du rojên hefteyê de li taxê xebatan dimeşînin, diçin serdanan, di çarçoveya pêdiviyê de piştgiriya psîkolog û pedagogan didin û da zanîn ku armanca wan ew e ku bandorê li jiyana jinan bikin.