Lûtkeya Jinan a li Yemenê bi dawî bû: Pêvajoyên edalet û aştiyê bê jinan nabin
Di 8’emîn Lûtkeya Jinan a li bajare Adenê Yemenê hat lidarxistin de, li ser vederkirina jinan ji siyasetê, şîdet û bêdadiyê peyam hatin dayîn. Beşdaran bal kişand ku divê jin di pêvajoyên ji bo edalet û aştiyê de roleke çalak bilîzin.
FATIMA REŞAD
Aden – Li bajarê Aden ê Yemenê 8’emîn Lûtkeya Jinan a ku do roj domiya 8’ê Kanûnê bi piştî xebatan bi dawî bû. Di lûtkeyê de li ser vederkirina ji siyasetê ya jinên Yemenî, şîdet, xizanî û bêdadiyê û her wiha gelek pirsgirekan nîqaşn hatin kirin.
Beşdaran diyar kirin ku lûtke rewşa zor û ku jinên Yemenî di nav de ne nîşan daye û ji bo jin mafên xwe yên meşrû paşve bigrin divêe di pêvajoyên dadê û aştiyê de roleke çalak bilîzin. Di hevdîtinan de, li ser polîtîkayên li welat ên di rewşên siyasî de, beşdariya jinan pêşniyar hatin kirin.
‘Hevdîtinên salane dengê jinan dike yek’
Yek ji kesên tevlî lûtkeyê bû Amal el-Şemirî, diyar kir ku lûtkeya jinan, bi beşdariya gelek jinan ji bekur, başûr, rojhilat û rojavayê Yemenê pêk hatiye û wiha got: “Vê hevdîtina salane, dengê jinên pêşeng û aktivîstên siyasî digihîjîne hev. Hêviya me ew e ku pêşniyarên ji vê derê derbikevin, hem li nava Yemenê, hem li herêmê hem jî di asta navneteweyî de veguherin gavên şênber. Em dixwazin aştî, ewlehî û îstîqrar çêbibe. Em ji vî şerê li dijî Yemenê tê meşandin re dibêjin ‘êdî bes e.’”
Balkişandina ser edaleta di pêvajoya derbasbûnê de
Beşdara Sûdanî Nesîbe el-Hasan a ku ji destpêka lûtkeyê ve heta niha di organîzasyonê de cih digre jî got ku tiştên ku îsal qewimîne ne tenê ji bo Yemenê, ji bo hemû jinên li welatên Ereb bi dersên girîng dagirtî ne û got: “Di pêvajoyên wiha de edalet, bingeha îstîqrar û aştiyê ye û welatan ber bi çareseriyan ve dibe. Ger mekanîzmaya edaletê rast were pêkanîn, em ê bikaribin bigihîjin pêşerojeke bi ewle û îstîqrartir.”
Di wawrê siyasî û aborî de bihêzkirina jinan
Eşwak Taha ya di lûtkeyê de pêşkêşî kir jî diyar kir ku hatina jinan ji bajarên cuda, partiyan cuda û civakên cuda pir girîng e, bal kişand ku bi lûtkeyê armanc ew e jin bigihîjin asta pêşengiyê û got ku jin nîvê civakê ne û aktorên sereke yên pêşxistinê ne. Pêşkêşvan Munye Mesûd a ku cara yekem tevlî lûtkeya îsal bûye jî bal kişand ser tevlîkirina mijara hewldêriyê ya bernameyê û diyar kir ku tevlûbûna jinên xwedî dikanên biçûk, nîşan dide ku jin di warê aborî de her diçe zêdetir rolê dilîzin.
Pêşniyarên ku hatin kirin
Encamnameya lûtkeyê ji aliyê dadger Îşrak el-Miktarî ve hat xwendin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku edaleta di pêvajoyên derbasbûnê de, di navbera civakê û saziyên dewletê de ji bo çêbûna baweriyê, ji aliyê hiqîqî û exlaqî ve şert e û bal kişand ku aştiyeke domdar tenê bi bi aboriya baş û bi îstîqrar pêkan e.
Jin bi îsrar dixwazin bibin pêşengên aştiyê
Di lûtkeyê de ji hemû sernavên ku li ser wan nîqaş hatine kirin, diyar bû ku, tevî barê giran ê şer jî jinên Yemenî di pêşengiya aştiyê de bi biryar in. Beşdaran bal kişandin ku bi lûtkeyê diyar bûye ku, ji aboriya şer bigre heta li dijî vederkirina ji ber pergala baviksalar, jin di jiyana siyasî, civakî û aborî de bi dengê bilind daxwaza hevpariya wekhev dikin.