Li Xezayê xizmeta tendirustiyê rawestiya banga alîkariya navneteweyî hat kirin

Li Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha di bin êrişan de ye xizmeta tendirustiyê bi temamî rawestiya. 2 erkdarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dan. Li Şariaya Rojava 20 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve bênavber berdewam dikin. Li gorî daxuyaniyên dawî, herî kêm 15 hezar û 328 zarok, 10 hezar û 171 jin jî di nav de 36 hezar û 171 Filistînî hatine qetilkirin, 81 hezar û 420 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tendiristiya Filistînê ya li Xezayê daxuyanî da û diyar kir ku sîstema tendirustiyê hilweşiyaye, ji bo vekirina deriye sînor ê Zîvala Xezayê, ji bo tedawîkirina nexweş û birîndaran û ji bo asankirina derxistina ji derveyî Xezayê bang li rêxistin û saziyên navneteweyî hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nexeşxane ketine rewşeke ku nikarin xizmetê bikin û wiha hat gotin: “Hilweşîna sîstema tendirustiyê li Zîvala Xezayê, wisa kir ku pêwîstiya bi hezaran nexweşan bi tedawiyê heye. Îsraîla dagirker di bin navê kontrolkirina deriyên sînor berdewamkirina girtina derî, ji bo hemû saziyên navneteweyî û aliyên eleqeder, ji bo vekirina deriyê sînorên Xezayê ji bo tedawîkirina nexweş, birîndar û asankirina derxistina wan a ji derveyî welat em bang dikin.” 

2 erkdarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dan

Wezaretê di heman demê de ragihand ku Îsraîlê li bajarê Refahê yê başûrê Zîvala Xezayê ambulansek girêdayî Xaça Sor a Filistînê kiriye hedef û 2 erkdarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişê de erkdarên tendirustiyê yên di ambulansê de Heysem Tubasî û Suheyl Hassune jiyana xwe ji dest dane. Der barê êrişê de wiha hat gotin: “Ev êriş niyeta Îsraîla dagirker a hilweşîna sîstema tendirustiyê ya li Zîvala Xezayê û jiholêrakirina wê dide nîşandan.” Wezaretê berê jî ragihandibû ku ji derveyî nexweşxaneya welidînê ya Sultan Tel Es li Refahê tu nexweşxaneyek din a ku xizmetê bike nemaye.

Di nava 24 saetan de 20 kes hatin binçavkirin

Li aliyê din Cemiyeta Esîrên Filistînê li gel  heyeta serbestberdana esîran a girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê di daxuyaniya hevpar de diyar kir ku zextên leşkerên Îsraîlê li Şeriaya Rojava berdewam dikin. Di nava 24 saetên dawî de li bajarê El Halîl, Kalkilya û bajarê Qudusê zarok û girtiyên berê jî di nav de herî kêm 20 Filistînî hatine binçavkirin. Li Şeriaya Rojava hejmara Filistîniyên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha hatine binçavkirin, 8 hezar 950 derbas kiriye.