Li Xezayê di êrîşên artêşa Îsraîlê de 19 hezar zarok hatin qetilkirin

Di êrîşên Îsraîlê ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê pêk tên de 19 hezar zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha 125 hezar ton êrîşên teqemeniyê li dijî Zîvala Xezayê pêk anî û bi 10 hezaran kes qetil kir, ji sedî 88’ê Xezayê hilweşiya.

Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Medyaya hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de, têkildarî êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezayê ku ev 650 roj in didome de agahî parve kir.

Dorpêç ev 139 roj in didome

Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku artêşa Îsraîlê li navenda alîkariyê ku wek ‘xefikên mirinê’ tê zanîn kuştine gihîştiye 877’an, hejmara birîndaran bûye 5 hezar û 666, hejmara windayan jî bûye 42. Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê hemû deriyên sînor yên li Zîvala Xezayê girtiye, dorpêça hişk ya ji bo astegkirina gihandina alîkariyê û birçîhiştina Xezayiyan ev 139 roj in didome.

Di nava van 139 rojan de artêşa Îsraîl daketina 76 hezar û 450 tirên alîkariyê û sotemeniyê ya  Xezayê asteng kirine. Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezayê êrîşî  42 malên xwarinê, 57 navendên belavkirina alîkariyan kiriye. Hate destnîşankirin ku li Xezayê artêşa Îsraîlê konvoyên alîkariyê û mîsyonên mirovî 121 caran kiriye hedef. 

Hat ragihandin ku Îsraîl li Zîvala Xezayq ji sedî 77’ê qadq bi rêya dagirkerî, êrîş û sûrgunkirina gel kontrol dike.

Îsraîlq li Xezadq 167 Filistînî qetil kirin

Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlq ji 7’ê Cotmehê heta niha li Zîvala Xezayê bi hezaran komkujî pêk anîne. Di van êrîşan de hejmara kesên hatin qetilkirin û gihîştin nexweşxaneyan, gihîşt 58 hezar û 667’an, hejmara birîndaran jî bû 139 hezar û 974, hê zêdeyî 9 hezar û 500 kes di bin kevilan de mane yan jî winda ne. Bi giştî 68 hezar û 167 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku Îsraîlê li Xezayê hemû ferdên xwe kuştine û tune kirine, 2 hezar û 613 malbat ji nifûsê birine, malbatên mijara gotinê, ji 7 hezar û 563 kesan pêk tê.

19 hezar zarok hatin qetilkirin

Hate îfadekirin ku li Xezayê ji 5 hezar û 943 malbatan tenê ferdek dijî. Li Xezayê 19 hezar zarok û 953 pitik di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê zêdeyî 19 hezar zarokên ku li Zîvala Xezayê di êrîşên pêk anî de qetil kirin, 18 hezar cenaze gihandine nexweşxaneyan. Di heman demê de li Xezayê 400 jê di qirkirinên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê destpê kirî ve, hatin dinê û jiyana xwe ji dest dane di nav de di bin 1 salî de 953 pitikan jiyana xwe ji dest dane. 

Hat îfadekirin ku li Zîvala Xezayê ji 12 hezar û 500 jinên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane 9 hezar û 497 cenaze gihandine nexweşxaneyan. 

69 zarok ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane

Hate destnîşankirin ku li Xezaya ku Îsraîl daketina alîkariyan asteng dike ku bûye sedema felaketa mirovî, 69 zarok ji birçînan, 14 jê zarok 17 kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane. Li Xezayê zêdeyî ji sedî 60’ê yên hatin qetilkirin, ji jin, zarok û pîran pêk tê.

Di rojek de 38 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Îsraîlê di êrîşa ku vê sibehê li dijî Xezayê pêk anî de 29 jê yên ku li benda alîkariyê bûn 38 kes kuştin. Îsraîla ku li Xezayê dorpêçê hişk dike û ketina alîkariyan qut dike û rê li ber felaketa mirovî diveke de, konên kesên ji cihên xwebûne, sivîlên ku dixwazin alîkarî bigirin û yekîneyên bicihbûnê dikin hedef.  

Li bajarê başûrê Refahê, di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî kesên ku li nêzî ‘Weqfa Alîkariya Mirovî’ ku wek ‘xefikên mirinê’ tê binavkirin bûn de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes birîndar bûn. 

Li bajarê Xan Yunus, di encama êrîşa artêşa Îsraîlê li dijî konê Flistîniyên ji cihên xwe bûne de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li rojhilatê bajarê Xezayê di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî konê Filistîniyên ji cihên xwe bûne, li nêzî dibîstana Et-Tabiin 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.

Li nêzî nexweşxaneya Şifa ya li bajêr di encama êrîşa atêşa Îsraîlê de birîndar çêbûn.