Li Xezayê 87 hezar avahî bi temamî hilweşiyan

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê didomîn de 87 hezar avahî bi temamî hilweşiyane, 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûne û ji sedî 71 kesên rastî êrîşan hatine jin û zarok in.

Navenda Nûçeyan- Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezayê, bîlançoya êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Xezayê berdewam dikin eşkere kir. Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê 3 hezar û 191 caran qetlîam pêk aniye û hat destnîşankirin ku di êrîşan de 15 hezar û 239 zarok û 10 hezar û 93 jinan jiyana xwe ji dest dane.

Ji sedî 71 kesên rastî êrîşan hatine jin û zarok in

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 10 hezar kes di bin kavilan de ne yan jî winda ne, hejmara cenazeyên ku gihîştine nexweşxaneyan 35 hezar û 800 û hejmara birîndaran jî 80 hezar û 200 e. Her wiha hat destnîşankirin ku ji sedî 71 kesên li Xezayê rastî êrîşên Îsraîlê hatine jin û zarok in, Îsraîl gel bi zorê neçarî birçîbûn û tîbûnê dike û bi astengkirina gihandina alîkariyan re dibe sedema karesetek mirovî. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Xezayê 31 kesan ji ber kêmxwarinî û bêavmayîn jiyana xwe ji dest dane.

'Ji gorên komî cenazeyên 520 Filistîniyan hatin derxistin'

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve bi 77 hezar ton teqemeniyan êrîş li ser Xezayê pêk aniye û li Xezayê ku sektora tenduristiyê jî tê hedefgirtin 493 xebatkarên tenduristiyê, 69 erkdarên parastina sivîl û 147 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di gorên komî yên li nexweşxaneyên ku leşkerên Îsraîlê êrîş pêk anîne de, cenazeya 520 Filistîniyan hatine derxistin û hat destnîşankirin ku li Xezayê 17 hezar zarok an bê dayik mane yan jî dayik û bav her du jî tune ne.

'10 hezar nexweşên pençeşêrê bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara birîndarên ku xetera jiyana wan heye û divê li derveyî welat bên dermankirin 11 hezar e û ji ber kêmbûna xizmetên tenduristiyê 10 hezar nexweşên penceşêrê bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne.

'Milyonek û 95 hezar nexweşên şewbê hatine tesbîtkirin'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama koçberiyê de milyonek û 95 hezar nexweşên şewbê û zêdetirê 20 hezar nexweşên Hepatît A hatine tesbîtkirin. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber li Xezayê xizmetên tenduristiyê tune ne, jiyana 60 hezar jinên ducanî û ji ber kêmbûna dermanan jiyana 350 hezar kesên bi nexweşiyên kronîk di xeterê de ye.

'2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka êrîşên artêşa Îsraîlê vir ve li Xezayê zêdetirê 5 hezar Filistînî hatine binçavkirin û hat destnîşankirin ku leşkerên Îsraîlê 310 xebatkarên tenduristiyê û 20 rojnamegeran rehîn girtine û li Zîvala Xezayê ku nifûsa wê 2,3 milyon e, 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 87 hezar avahî bi temamî hilweşiyane, bi tevahî 297 hezar avahî ketine rewşa ku nayên bikaranîn û hat destnîşankirin ku 189 avahiyên dewletê û 108 dibistan û zanîngeh hilweşiyane, 313 dibistan û zanîngehan jî bi qismî zirar dîtine.

'Mîrasa çandî jî hat hedefgirtin’

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku Îsraîlê 604 mizgeft bi temamî, 200 jî bi qismê hilweşandine û 3 dêr jî hedef hatine girtin û hilweşand, hat diyarkirin ku 160 saziyên tenduristiyê hatine hedefgirtin, 55 navendên tenduristiyê û 33 nexweşxane ji xizmetê derketine û 130 ambûlans jî ketine rewşeke ku nayên bikaranîn. Her wiha mîrasa çandî ya Filistînê jî hatiye hedefgirtin û hat diyarkirin ku li Xezayê 206 avahiyên dîrokî û çandî hatine hilweşandin.

Di dawiyê de hat gotin ku li Zîvala Xezayê zirara ji ber êrişên artêşa Îsraîlê çêbûye, 33 milyar dolar e.