Li Tûnisê li dijî tundiya zêde dibe xebatên hişyariyê tên kirin

Mamoste Semah Ebd El-Lawî teqez kir ku di demên dawî de tundî zêde bûye, ji ber wê dest bi însiyatîfa têkoşîna li dijî vê diyardeyê kiriye û balê dikşîne ser girîngiya perwerdekirina zarokan.

ÎXLAS El HAMRÛNÎ

Tûnis- Tundiya li dijî jinan bi taybetî di nava malbatê de gelek zêde bûye. Di lêkolîneke sosyolojîk a ku di bin sernavê "Tundiya li dijî jinan li parêzgeha Sîdî Bozîd" di sala 2022’yan de hat weşandin de hat dîtin ku diyardeya tundiyê yek ji girîngtirîn pirsgirêkên civakî yên metirsîdar e.

Lêkolîna ku zêdeyî 700 jinan ji piraniya herêmê di nava xwe de dihewîne, teqez kir ku jin tevî cudabûna asta xwe ya zanistî jî; rastî gelek cureyên tundiyê tên, zêdetirî ji sedî 40 ji wan, jinên zewicî ne û zêdeyî ji sedî 34 jî jinên nezewicî ne.

Der barê awayên tundiya li dijî jinan li herêmê, rêjeya herî mezin di tundiya derûnî bi rêjeya ji sedî 80’ê ye. Piştre tundiya fîzîkî bi rêjeya ji sedî 44,1, tundiya zayendî bi rêjeya ji sedî 11,18 ya siyasî bi rêjeya ji sedî 4 û ya aborî jî bi rêjeya ji sedî 19,14 ye.

Li dijî tundiyê xebatên hişyariyê

Ji ber ku vê diyardeyê pir xuyayî bûye û zirarê dide jin û zarokan, mamosteya ragihandinê ya di dibistana amadehî ya li Sîdî Bozîd a Rojavayî Semah Ebd El-Lawî, dest bi veqetandina hinek demê ji ders û waneyên xwe ji bo hişyarkirina xwendekaran li ser xetereyên vê diyardeyê kiriye. Semah Ebd El-Lawî a li dijî vê diyardeya tundiyê ya zêde dibe înisiyatîfek daye avakirin wiha got: "Daneyên li Sîdî Bozîd diyar dikin ku jinên rastî tundiyê tên roj bi roj zêde dibin. Gihîştiye asteke wisa ku bûye diyadeyeke civakî, bandorê li zarokan jî dike, ji ber vê yekê min dest bi vê însiyatîfê kir."

‘Tundî herî zêde bandorê li zarokan dike’

Semah Ebd El-Lawî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me gelek çalakiyên bi armanc û ji hev cuda li dar xistin. Mînak nivîsandin û belavkirina mijarên girêdayî vê diyardeyê yan jî çêkirina pankartan ku li ser wan mijara tundiya li dijî jinan nivîsîne." Semah Ebd El-Lawî destnîşan kir ku destpêkê wan pankartên bi kaxez çêkirin piştre bi pêş ketine û bûne software dîjîtal ku li ser platformê tê weşandin û ji her kesê re diyar dibe.

Semah Ebd El-Lawî diyar kir ku wê dest bi vê înisiyatîfê bi xwendekarên di temenê biçûk de kiriye û wiha pêde çû: "Min ji temenê 10 heta 15 salan hilbijart. Ji ber ku ez zanabûna wan ê di vî warî de girîng dibînim. Danasîna bandorên neyînî yên diyardeya tundiya li dijî jinan di temenê biçûk de girîng e. Her wiha dixwazim ew jî bizanibin ku ev diyarde ji jinan re metirsî ye û bandoreke neyînî li perwerdeya civakî û derûnî ya zarokan dike."

Bi riya dîjîtal hewl dide şiyariyê ava bike

Semah Ebd El-Lawî der barê hûrgiliyên vê înisiyatîfê de jî got: "Ji bo xwendekarên temenê wan 10 salî û di refa 5’an de dixwînin me bi hev re çîrokeke kaxezî û dîjîtal ku behsa xwendekarekî ku alîkariya dayîka xwe di karê malê de nake û xwişka wî hewl dide wî ji bo alîkariya dayikê îqna bike amade kir. Çalakiya duyem jî ji bo amadekirina pankarteke ku bi taybetî li ser tundiya ku mijara vê Însiyatîfê ye û tê de wêneyên ku diyardeya jinên tundî li wan hatiye kirin diyar dibe.”

Çalakiya sêyem jî bi xwendekarên 14 û 15 salî re bi riya dîjîtal tê kirin

Semah Ebd El-Lawî wiha domand: “Çalakiya sêyem jî bi xwendekarên temenê wan di navbera 14 û 15 salî de ye ku bi riya wê sepanekê dîjîtal ku li ser telefonan heye pêk tê.  Di wê de jî wêne û agahiyên li ser diyardeya tundiya li dijî jinan hene ji bo hişyarkirina kesên din der barê metirsiya vê diyardeyê de û îqnakirina wan de. Ev yek jî ji bo ku şêwaz û danûstandina xwe bi jinan re biguherînin û di civakeke wekhev û bê tundî de bijîn.”

Semah Ebd El-Lawî di dawiya axaftina xwe daxwaz kir ku piştgiriya van çalakiyên takekesî were kirin, ji bo nifşeke nû baweriya wan bi girîngiya diyalog û nîqaşê hebe bigihîje.