Li Sistan û Belûcistanê serhildanên gel berdewam dikin
Li Sistan û Belûcistanê di hefteya “Îna bi xwîn” de Belûcî careke din li qadan bûn. Gel daxwazên xwe yên ji bo jiyana demokratîk bi dirûşmên ‘Ji diktator re mirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ qîriyan.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Sistan û Belûcistanê ya Îranê di 30’ê Îlona 2022’an de tiştên qewimîn, weke “Îna bi xwîn” tên binavkirin. Li hemberî êrîşên hikumeta Îranê nerazîbûn berdewam dikin. Paytexta Sistan û Belûcistanê ji Zahîdanê bigre heta gelek bajaran, xwepêşander bi pankartên bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî, Belûcî, Farsî û Îngilîzî li qadan bûn. Di xwepêşandanan de dirûşmên ‘Ji zilmê re na’, ‘Ji dîktator re mirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin û daxwaz kirin ku darvekirinên ji aliyê hikumeta Îranê ve tên pêkanîn bi dawî bibin.
Ji çalakvanên mafên zarokan bang
Çalakvanên mafên zarokan der barê pêkanînên hikumeta Îranê û di dema van pêkanînan de ji bo îstîsmara li hemberî zarokan di medyayê de dîmenên ku hatine bikaranîn bang kirin. Komek ji çalakvanên mafên zarokan ji bo serhildanên ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li welat belav bûne û berdewam dikin gotin ku divê mafên zarokan li ber çavan were girtin. Komê diyar kir ku di medyayê de weşanên ku rêzê li mafên zarokan digrin dixwazin. Li tevahî Îranê ji derveyî serhildanên ji hikumeta Îranê xwestin dîmenên girêdayî zarokên leşker neyên weşandin.
‘Divê mafê zarokan ê jiyanê were parastin’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke komek hiqûqnas, çalakvanên civakî û yên mafên zarokan ji binpêkirina mafên zarokan em bi fikar in. Mafê hemû zarokan wekhev e girîng e, mafê wan ê jiyanê, azadiya wan, jiyana taybet û rûmeta mirovahiyê û mafê beden û tendurîstiya ruhî were parastin.”
‘Divê peymanê pêk bînin’
Koma çalakvanên mafên zarokan bal kişand ku divê li gorî peymana mafên zarok tevbigerin, di bin navê weşangeriyê de pêşeroja zarokan neyê reşkirin.