Li ser rêya Qamişlo-Hesekê li dijî erebeyek êriş pêk hat
Li ser rêya M4 di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de li dijî erebeyekê êriş pêk hat.

Qamişlo – Dewleta Tirk li ser rêya M4 ya di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de îro seatên siharê êrişî erebeyek kir.
Tê texmînkirin ku êriş bi rêya balafirek bêmirov a biçek pêk hatibe.