Li ser girtiyên jin zextên dewleta Îranê
Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin, tevî hemû zextên rejîma Îranî jî didome. Xizmên Mahshid Zahedpasand ya ku hatî binaçavkirin ragihandin ku ji aliyê rayedarên girtîgehê ve rastî gef û îşkenceyê tê.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, tevî hemû zextên rejîma Îranî berdewam dike. Girtîgeha Karçak jî di nav de li girtîgehên Îranê gef û îşkenceyên li dijî jinan berdewam dike. Vê carê jî Mahshid Zahedpasand rastî gefa kuştinê hat. Xizmên Mahshid Zahedpasand ya hatî binaçavkirin ragihandin ku ji aliyê rayedarên girtîgehê ve rastî gef û îşkenceyê tê.
Gef li girtiyên jin tê xwarin
Mahshid Zahedpasand 15’ê Mijdarê di serhildana dawî de bajarê Andisheh ya Tahranê hat girtin. Li agahiyan hat hînbûn ku, rayedarên girtîgeha Karçakê jê re gotine “Wê cenazeyê te ji vir (Girtîgehê) were girtin”.
Her wiha li gorî çavdêriyên malbatê ya çalakvana jin , destê wê werimî ye û dibe ku dema hatiye girtin zext li zenda wê hatine kirin. Kesên nêzî wê ragihandin ku Mahshid Zahedpasand ji ber “qirêjbûna girtîgehê” nexweş ketiye û gotin “Tevî daxuyaniyên berevajî yên ji aliyê Serdozgeriyê tê kirin jî, rewşa dosyeya wê naye zanîn.”
Cezayê girtîgehê li Mehtab Ansarian û Mîna Afşarî hat birîn
Mîna Afşarî û Mahtab Ensariyan hatibûn girtin, bi dadgehê pêş ya 5 deqeyan ya li ser înternetê mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hatin kirin
Li gor agahiyan, 2 çalakvanên ciwan ên 15’ê Mijdarê li qonaxa 2’an ya bajarokê Shahrîar Andisheh hatin girtin û nêzî 2 meh in li Girtîgeha Karçak a Varamînê di rewşek nediyar de ne.