Li Raperînê mirina bi guman a jinek ciwan
Li herêma Raperîn jinek ciwan bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

Silêmanî - Şeva borî di 11’ê Çileyê de, jinek ciwan Dilan Xerîb li bajarokê Haciava ya girêdayî Raperîn, bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
Heta niha jî der barê bûyerê de polîsên îdareya Raperîn tu zanyariyek parve nekirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku di nava 12 rojên sala 2023’an de 4 jin hatine qetilkirin û bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.