Li Papua Gîneya Nû 2 hezar kes di bin axê de man

Hikûmeta Papûa Gîneya Nû ragihand ku hejmara kesên di encama şimitîna axê de di bin axê de mane 2 hezarî derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan – Di 24’ê Gulanê de li gundê Kaokalamê yê parêzgeha Enga ya li bakurê rojavayê welatê Papûa Gîneya Nû ya Pasîfîk a Başûr hezaz pêk hatibû. Hikûmeta Papua Gîneya Nû derbarê encamên karesata şemitîna axê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên di binê axê de asê mane 2 hezarî derbas kiriye. Navenda Afetê ya Neteweyî ya Papua Gîneya Nû jî diyar kir ku zêdeyî 2 hezar kes bi saxî di bin axê de mane û karesat bûye sedema wêraniyeke mezin.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) diyar kir ku tê texmînkirin ku di karesatê de 150 xanî û nêzî 670 kes di binê axê de mane.