Çalakvanên Mexmûrê: Wê têkoşîna me faşîzmê bişkîne

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) yên 10 meh zêdetirin li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan di çalakiyê de ne gotin, "Wê têkoşîna me faşîzmê bişkîne û dawî dagirkeriyê bîne."

Mexmûr - Çalakvanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 10 meh zêdetirin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 62’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 61’emîn Leyla Arzû Îlhan axivî.

‘Têkoşîna Rêber Apo dide meşandin ji bo gelê Kurd buye hêza têkoşînê’

Leyla Arzû Îlhan de destnîşan kir ku têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî dide meşandin ji bo gelê Kurd buye çavkaniya hêzê û got: “Têkoşîna ku Rêber Apo di girtîgeha Îmralî de daye meşandin ji bo tevayî civaka Kurd û hemu mirovên azad buye hêza têkoşînê. Ji bo wê Dayîkên Şemiyê ku hezar heftene li hember sîstema qirker û dagirker li berxwe didin. Dema ku Dayîkên Şemiyê destbi vê berxwedana xwe kirin, hêzên desthilatdar gotibûn devjê berdin wê çend rojan li vir bin û wê biçin. Lê em dibînin ku hefteya xwe ya hezaremîn jî derbaz kirin. Ev hêz, bawerî û têkoşîna ku dayîkên Kurd girtiye û li cîhanê belav buye, hêza ku ev 50 sale Rêber Apo kêlî bi kêlî neqişandiye. Em dibînin di roja îro de gêrîlayên azadiya Kurdistanê bi hêza ku ji Rêber Apo girtine têkoşîn û berxwedanek çawa didin meşandin.”

‘Çalakiya me sembola têkoşîna bi salane tê meşandine’

Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku wek xelkê wargeha Mexmûrê ew ê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava çalakiyan de bin û wiha got: “Wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cudî jî ev nêzî saleke ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dinava têkoşîn û çalakiyan de ne. Dema ku me fikrê xwe azad kir, di têkoşîna xwe de xurtbûn û serkeftin bidestxist jixwe wê demê wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe. Rêber Apo got ku ‘ne ji bo azadiya min, ji bo azadiya xwe têkoşîn bidin. Dema ku gelê Kurd azad bibe û mirovahî bi azadî bifikire, wê demê ezê jixwe azad bibim’. Ji bo wê çendê wek gelê wargehê jî ji bo azadiya gelê Kurd, şopdariya şehîdan û xeta Rêber Apo têkoşînek didin meşandin û roj bi roj ev têkoşîn mezin dibe. Çalakiya me ya niha jî sembol û berdewamiya têkoşîna bi salane tê meşandine.”

‘Riya çareseriya hemu pirsgirêkan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Leyla Arzû Îlhan di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd û raya giştî ya cîhanî kir û got: “Riya çareseriya hemu pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şikandina pergala Îmralî ya ku niha tenê ne li Îmralî li tevayî Kurdistanê li ser gelê Kurd tê meşandine. Ji bo ku em bikarin hêza desthilatdar û faşîst têk bibin pêwîste em pergala Rêber Apo ya jiyana Konfederalîzma Demokratîk mîsoger bikin. Ji ber îro xeta Apoyî êdî ne tenê li Kurdistanê li tevayî cîhanê belav buye, ku em dibînin di raya giştî ya cîhanî de kesên navdar, zanyar, profesor û fîlozof ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn didin û xeta xwe ya zanistê li ser xeta zanistê ya Rêber Apo didin berdewam kir. Wê têkoşîna me faşîzmê bişkîne û dawî dagirkeriyê bîne.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.