Li Mexmûr û Silêmanî jî wê daxuyaniya dîrokî bi zindî were guhdarîkirin
Daxuyaniya ku îro çav li rê ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide, dê weke gelek bajarên Kurdistanê li wargeha penaberan a Mexmûrê jî bi ekrana mezin zindî bê guhdarîkirin û temaşekirin.

Navenda Nûçeyan – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Heyet piştî hevdîtinê wê li Stenbolê saet di 17.00’an de daxuyaniyê bide. Di daxuyaniyê de wê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bê ragihandin.
Daxuyanî li bakurê Kurdistanê li Amedê û Wanê dê girseyî bê temaşekirin û guhdarîkirin. Li Rojava jî li bajarên Qamişlo, Hesekê û Kobanê dê ekranên mezin bên danîn û bi girseyî bê temaşekirin. Li başûrê Kurdistanê jî li bajarê Silêmanî bi rêya ekranê mezin were nîşandan.Her wiha wê li wargeha penaberan a Mexmûrê jî wê gel li Navenda Çand û Hunerê kom bibin û bi ekrana mezin zindî bê guhdarîkirin û temaşekirin.