Li Libyayê mayîn teqiya: 3 zarok birîndar bûn

Li Libyayê di nav salekî de ji ber mayîn û alavên teqemeniyan 26 ji wan zarok, 35 kes jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku dîsa ji ber teqîna mayînê 3 zarok birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Li gor daneyên saziyên navneteweyî, di cîhanê de herî kêm 50 welat ji mayînan hatiye qirêjkirin. Her sal bi hezaran kes herî zê de jî zarok ji ber mayîn an alavên teqemeniyê an jiyana xwe ji dest didin an jî neçar dimînin di laşê xwe de bi birînên giran re bijîn.

Di daxuyaniya Yekîneya Xizmeta Alîkariya Ewil a Wezareta Tenduristiyê ya Lîbyayê de hat parvekirin ku 2 roj berê li başûrê Trablûsê li ser rêya ku diçe Balafirgeha Navneteweyî ya Trablûsê mayinek teqiyaye û di encama teqînê de 3 zarok birîndar bûne. Hat diyarkirin ku yek ji wan zarokan ji ber perçeyê mayînê li serî wî ketiye di çavderiya awarte de tê girtin û her du zarokên din jî emeliyat bûne û tê gotin ku bi giştî rewşa tendirûstiya wan baş e.

Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Lîbyayê (UNSMIL) di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihandibû ku di sala beriya Nîsana 2024’an de li Lîbyayê 26 ji wan zarok 35 kes ji ber mayîn û alavên û teqemeniyan birîndar bûne yan jî jiyana xwe ji dest dane.