Li Kobanê li dijî tecrîdê miting hat lidarxistin

Li Kobanê ya herema Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk a beşdarî hilbijartinan dibe miting hat lidarxistin.

Kobanê – Bi dirûşmeya ‘Azadiya rêber Apo misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye’ li dijî tecrîda girankirî ya li ser afirînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk ku beşdarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe, li Kobanê ya herema Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê mitingek hat lidarxistin.

Mitinga ku bi beşdariya bi hezaran şêniyên Kobanê hat lidarxistin bi yek deqe rêzgirtin destpê kir. Paşê Rêveberiya Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) Nesra Xelîl axifî. Nesra Xelîl anî ziman ku çawa dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir gelên li Bakurê Kurdistanê sînoran bi destê xwe qetandin, ji bo şer bikin derbasî Kobanê bûn û li dijî DAIŞ’ê şer kirin ew jî bi serbilindî piştgiriya wan dikin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP têdikoşin û niha ber bi hilbijartinê ve diçin. Nesra Xelîl bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got dê heya şikandina tecrîdê li qadan bin û têbikoşin. Paşê Endama Koordînasyona Kongra Star Mecîda Hesûn jî piştgiriya xwe bi Partiya Çepên Kesk re anî ziman.

'Serkeftina me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye'

Emîne Mistefa ya ku beşdarî mitingê bûbû nêrînên xwe parve kir û wiha got: “Em îro ji bo Rêberê xwe li vir hazir in. Rêberê me nêzî du sê salan tu agahî jê nehatiye girtin. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber gihiştin vê pêvejoyê. Em wek jin xwedî li Rêberê xwe derkevin ji ber ku wî xeta azadiya jin li me da naskirin. Serkeftina me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em Kurd mafên xwe dixwazin."