Li Idlibê di zarokan de ‘balbûna pêşwext’ zêde dibe

Li Idlibê ji ber şert û mercên jiyanê ya xirab, rewşa hewaya qirêj, di zarokan de nexweşiya balbûna pêşwext zêde dibe.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Li Idlibê ji ber şert û mercên jiyanê yên zehmet û hewaya qirêj "balbûna pêşwext" ku nexweşiyek hirmonî ye di zarok û zarokên keç de hê di 10 salî de derdikeve, ev yek dibe sedem ku zarokên keç hê di temenê xwe yê zaroktî de beriya temenê xwe mezin bibin û eve jî bandorek nerênî li ser derûnî û fîzîkî ya zarokên keç dike.

Beriya 6 mehan zaroka bi navê Rexed Kemal ya 9 salî ku li kampa bajarokê Etma yê sînorî li Bakurê Idlibê dimîne nîşaneyên balbûna pêşwext lê derketiye. Dayîka Rexed Kemal Ranya Kemal diyarkir ku tevî lênêrîna li nexweşiya keça wê ji ber rewşa madî ya giran nehate dermankirin û got: “Ez bi tenê 4 zarokan xwedî dikim, hevjînê min di sala 2019’an de ji ber bermahiyên bombeyeke li dijî cihê karê wan jiyana xwe ji dest da, ji ber vê yekê ez nikarim keça xwe derman bike. Ev nexweşî derûniya keça min xira kiriye, ji ber nikare ji kampê derkeve û bi zarokan re bilîze, heta gelek dixwaze biçe dibistanê ji ber hevalên wê henekê xwe pê dikin naçe dibîstanê.”

Di 8 saliya wê de nîşaneyên ‘balbûna pêşwext’ nîşan da

Fatin El-Ebdellah jî 8 salî ye û koçbereke li kampên bajarokê Eqrebat li Bakurê Idlibê dimîne, ew jî bi heman nexweşiya ‘balbûna pêşwext’ re rû bi rû ye, ji ber vê jî ji civaka xwe dûr dikeve  ji ber ji vê rewşê şerm dike. Dayîka Fatin El-Ebdellah Rewa El-Menfûx da zanîn ku ji bo dermankirina keça xwe ji vê nexweşiyê neçar mane erebeya xwe ya tekane riya debara wan e bifroşin û wiha got: “Bihabûna derziya mezinbûnê û nepeydakirina wan li pêşiya berdewamkirina dermankirina keça me dibe asteng. Ez ji ber rewşa keça xwe gelek xemgîn im, awayê jiyana keça min hatiye giherîn, heta xwarin û xewa wê hatiye guhertin ji tipe xwe yê zû gihiştiye şerm dike.”

‘Gelek pirsgirêkên tendirûstiyê bi xwe re tîne’

Bizîjka taybet ya nexweşiyên jinan Îman Ebd El Semed ya 46 salî destnîşan kir ku sedema balbûna pêşwext ne diyar e, lê belê dibe ku ji ber rewşên cuda, genetîk yan jî rewşa derûnî û civakî ya derdora zarokan be û wiha got: “Balbûna pêşwext yek ji guhertinên fîzîkî ye ku dihêle nîşaneyên mezinbûnê li zarokan xuya bike. Ev jî dibe sedema derketina rewşa tirs û strese ew jî di zarokan de dibe sedema pirsgirêkên derûnî û fîzîkî. Ji ber giraniya bihayê dermankirina vê nexweşiyê û dema dermankirinê dirêj e, wisan dike ku gelek malbat dest ji dermankirina zarokên xwe berdin. Ji ber wê gelek pirsgirêkên tenduristî mîna "rawestîna mezinbûnê û Sendroma hêkdankên Polycystic" û neanîna zarokan derdikeve holê.”