Li Hindistanê alarma sor: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Hindistanê, ji ber germahiya di demên dawî de ku ya herî zêde hat qeydkirin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û li welat alarma sor hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li Hindistanê ku bandora hewaya germ berdewam dike, li peytext Delhiya Nû dereceya herî zêde 49,9 derece hat qeydkirin.

Li welat hat diyarkirin ku asta germahiyê wê bigihîje 50,5 dereceyan, ji bo nexweşiyên ku di encama germahiyê de derbikevin hişyarî hat kirin. Li nexweşxaneyên Hindistanê ku xebatek zêde li wan tê kirin, ji ber hewaya germ hat ragihandin ku herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya dawî ya ji daîreya meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) Soma Sen Roy dayîede hat diyarkirin ku asta germahiya dereceyê 52,3 li herêma Mungeshour a Delhiyê hatiye jiyîn, ji bo piştrastkirina vê yekê tîman rêkirine herêmê. Li welat ji bo ji heqê germahiyê derbikevin, berê xwe dane klîma, sarkirin û perwaneyan. Hat destnîşankirin ku ji ber vê yekê bikaranîna kehrebeyê gihîştiye asta herî jor. Ji ber germahiyê hinekan karê xwe rawestandine. Dadgehan ragihand ku dest ji lênêrîna dozan berdane. Ji bo yên ku di beşa înşaetê de dixebitin demên bêhndanê hatine diyarkirin.

Alarma sor hat dayîn

Li aliyê din li Delhiya Nû jî di nav de li gelek herêmên bakurê rojavayê Hindistanê alarma sor hatiye dayîn. Di heman demê de li gorî nûçeya di çapemeniyê de, li eyaleta Bihar a rojhilat li bajarokê Sheikhpura ji ber germahiya zêde gelek xwendekarên ku ji ser hişê xwe çûne rakirine nexweşxaneyê.