Li Geverê zarok jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Gever ya Colemêrgê di serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hene.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Gever ya Colemêrgê di serê sibehê de li ser gelek taxan hate girtin.

Di serdegirtinên malan de zarok jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Welatî li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê tên ragirtin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Hat ragihandin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê heye û hevdîtina bi parêzeran jî ji bo 24 saetan hatiye qedexekirin. 

Dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.