Li Efganistanê kujerên jinan bi bêcezatiyê tên xelatkirin

Ji ber desthilatdariya Talîbanê her diçe qetliam, şîdet û zewaca di temenê biçûk de zêde dibe, ji mirina bi guman re jî ‘xwekuştin’ tê gotin. Li dijî jinan binpêkirinên tên kirin di çapemeniya welat de dernakevin û kujer bi bêcezatiyê tên xelatkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Navenda Nûçeyan– Li Efganistanê piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, her roj jin tên qetilkirin, şîdet li wan tê kirin, tên girtin û her cure îşkenceyê dibînin. Di rojên derbasbûyî de bi navê ‘Zagona dilpakiyê’ zagonên nû hatin derxistin û bi wê yekê qadên giştî ji bo jinan hatin qedexekirin. Ligel mecbûriya pêçe û cilên diyarkirî, dengê jinan jî hat qedexekirin. Beriya çend rojan li bajarê Host 10 jin bi hinceta ku, ‘Li gorî rêgezên îslamî serê xwe negirtine’ hatin girtin. Talîbana ku bi polîtîkayên xwe yên mêr, pêşî li qetliamên jinan vedike, kujeran bi bêcezatiyê xelat dike.

Xizaniya ku her diçe li Efganistanê zêdetir dibe, bûye sedem ku zarokên keç di temenê biçûk de werin zewicandin. Li welata şîdeta nava malê û qetliamên jinan zêdetir dibin, sûcên li dijî jinan tên kirin gelek ji wan di çapemeniyê de cih nagirin. Ji ber ku Talîbanê çapemeniyê girtiye bin kontrola xwe, pêşî li weşandina gelek sûc û binpêkirinan girtiye.

Li Efganistanê bûyerên ku di çapemeniyê de hatine weşandin lê em dizanin ku daneyên rast ji vê pir zêdetir in wiha ne:

*3’yê Îlonê: Li navçeya Tora ya bajarê Ghorê jina bi navê Salima jiyan xwe ji dest de. Mirina wê weke ‘intihar’ ket qeydan.

*5’ê Îlonê: Li navçeya Duman a bajarê Qendeharê mêrek jina pê re zewicandî bû qetil kir.

*6’ê Îlonê: Li navçeya Spîn Boldak a bajarê Qendeharê Bîbî Amîna ya 20 salî ji aliyê mêrê pê re zewicandî bû ve hat qetilkirin.

*8’ê Îlonê: Li navçeya Şirîn Tagab a bajarê Faryabê jinek li mala xwe hat qetilkirin

*9’ê Îlonê: Li navçeya Sang-e-Atîsh a bajarê Badghîsê, jineke ciwan a li nava malê şîdet lê dihat kirin, bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke ‘xwekuştin’ ket qeydan.

*10’ê Îlonê: Li navçeya Khaja Sabzpoosh a bajarê Faryabê jineke bi navê Kamîla ji aliyê mêrê pê re zewicandîbû ve hat qetilkirin.

*13’ê Îlonê: Li navçeya Qades a bajarê Badghîsê jineke 20 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku jina ciwan ji ber şîdeta nava malê ber bi xwekuştinê ve çûye.

*17’ê Îlonê: Li herêma çiyayî ya bajarê Maîmana yê eyaleta Faryabê zarokeke 11 salî ya bi navê Fatima bi awayekî bi guman jiyan xwe ji dest da. Mirina zaroka keç weke ‘xwekuştin’ ket qeydan.

*18’ê Îlonê: Li navçeya pêncemîn a bajarê Qala-e-Naw ê eyaleta Badghîsê jineke 25 salî hat qetilkirin.