Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 101’emîn û biryardarî didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 513’emîn de bi dewirgirtina koma 101’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 100’emîn Hacî Nerexî axivî.

‘Dem dema yekîtiya gelê Kurd e’

Hacî Nerexî, di destpêka axaftina xwe de da zanîn yekane armanca wan mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Rêber Apo ev 26 sal in di bin tecrîdek giran de ye. Armanca çalakiyên me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin. Rêber Apo îradeya me ye. Dem dema yekîtiya gelê Kurd e. Em bang tevahî gelê Kurd dikin ku xwedî li Rêbertî û îradeya derbikevin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê dev jî têkoşîn û berxwedana xwe bernadin.

Hacî Nerexî, bi van gotinan dawî axaftina xwe anî: “Em berxwedana Gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê Rojavayê Kurdistanê silav dikin û piştgiriya wan dikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 101’emîn û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ dawî bû.