Li dijî Rêberê Gelê Kurd qedexeyek nû!
Ev 21 meh zêdetir e ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu xeberek nayê girtin û car din cezayê 3 mehan yê qedexeya havditinê hat dayin.

Navenda Nuçeyan - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Ji 21 meh zêdetir e ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamilî Yildirim agahî nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzeriya Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî dikin. 21 meh in her çiqas parêzer û malbata Ocalan û malbatên girtiyên din serlêdana hevdîtinê dikin jî bi hêcetên wek “cezayên dîsiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên redkirin. Li gor Nûçeya Ajansa Mezopotamya Sê mehên din jî qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn.
Serlêdan bê bersîv tên hiştin
Herî dawî di 9’ê îlona 2022’yan de “cezayê dîsiplînê” li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê kanûna 2022’yan de qediya. Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’ê Kanûna 2022’yan û 3’yê Çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bêencam man.
Parêzerên ku bê bersîv man, serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dan, daxwaz kiribûn ku ger cezayek yê disiplinê hebe wê itiraz bikin û nimuneyên di biryara dozê de were dayîn. Dadgeriyê bipêş xistibû ku li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ji aliyê wezirê saziya Dîsîplînê ya Îmralî di 9’ê Îlonê de cezayê disiplinê yê 3 mehan hatiye dayîn û ev ceza jî di 28’ê Îlonê de hatiye erê kirin. Îtarazên parêzeran nahatin berçav girtin.
Qedexeyek nû!
Parêzeran diyar kir ku di 9’ê îlona 2022’yan de “cezayê dîsiplînê” li Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê kanûna 2022’yan de qediya. Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’ê Kanûna 2022’yan û 3’yê çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bêencam man. Herî dawî parêzeran di 4’ê Çileyê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê da ji wan re hat gotin ku 3 meh cezayê displinê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hatiye dayîn. Hêceta qedexeyê jî weke ‘Cezaya Disiplinê’ hat nîşan dan. Lê belê di derbarê çima ceza hatiye dayîn û kijan dîrokê hatiye dayîn tu zanyarî nehat parve kirin.
Wê serî li AYM were dayîn
Parêzerên Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din di 10’ê çile de îtîrazî biryara qedexeyê kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir. Parêzerên hiqûqa sedsalê diyarkirin ku wê li dijî biryara qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.