Li dijî cezayên darvekirine Kampanyaya dîjîtal
Navenda Înîsiyatîfa Gel a Şoreşe ya Kurdistanê, li dijî cezayên darvekirinê yên bi serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên dayîn, îşev saet di 20:00’an de di medyaya ditîjal de kampanyayek bide destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ku li Rojhilat û bajarên Îranê dest pê kir, li dijî zext, binçavkirin, girtin, îşkence û herî dawî jî cezayên darvekirinê berdewam dike. Di kolanan ên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî gurbûye de, ji rejîm û cezayê darvekirinê re hêrs heye.
Kampanyaya dîjîtal
Navenda Înîsiyatîfa Gel a Şoreşê ya Kurdistanê, daxuyaniyek da û ragihand ku di medyaya dijîtal de kampanyayeke nû bide destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tê xwestin balê bikişînin ser cezayê darvekirinê, Navenda Înîsiyatîfa Gel a Şoreşê ya Kurdistanê li dijî vê yekê îşev saet di 20:00 de dest bi parvekirinên xwe bike.
Ji 500 navan daxuyanî
Li aliyê din 500 navên ku di nav wan de akademîsyen, çalakvanên siyasî û sivîl, akademîsyen û rojnamevan jî hene bi metneke hevpar re cezayên darvekirinê şermezar kirin. Di nivîsê de hat xwestin cezayê darvekirinê bê rawestandin.
Di nava 4 mehên serhildana gel a Rojhilat û Îranê tê jiyîn de der barê 112 kesên hatin girtin de cezayê darvekirinê hat dayîn. Cezayê darvekirinê ya 4 kesan ji xwepêşanderan re wek çav tirsandinê hat înfazkirin.