Li Dihokê cenazeyê zarokek hat dîtin

Hat ragihandin ku li Duhokê cenazeyê zarokekî hatiye dîtin û der barê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku şeva 25’ê Gulanê li taxa Şaxkê ya li Dihokê yê herêma federal a Kurdistanê, cenazeyê zarokek hatiye dîtin. Sedema kuştinê nehatiye zanîn û der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Polîsan diyar kir ku ji bo lêkolînê cenazeyê zarok şandin tiba edlî ya Dihokê lê belê der barê rêgez û temenê zarok de tu agahî nehat belavkirin.