‘Li cîhanê bûyerên pêketina sorikê zêde dibin’

UNICEF û WHO’yê bal kişandin ku nexweşiya sorikê ya piranî di zarokan de tê dîtin li tevahî cîhanê zêde bûye û hişyarî kirin ku di sala 2024’an de hejmara pêketiyan heta niha, hejmara giştî ya 2023’an derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) raporek nû der barê zêdebûna bûyerên sorikê de weşandin. Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên berdest di sê mehên sala 2024’an de WHO li 53 welatên herêma Ewropayê, di 45’an de bi awayek fermî 56 hezar 634 bûyerên sorik û 4 mirin ragihand de wiha hat gotin: “Sala 2023’an li 41 welatan 61 hezar û 70 bûyer û mirina 13 kesan çêbûye.”

‘Sorik bandorek nebaş li ser tendirustiya zarokan dike’

Di raporê de hat destnîşankirin ku bandorên cidî yên di zarokan de tên dîtin û wiha ne:

“Sorik bandorek nebaş li ser tendirustiya zarokan dike, metirsiyên cidî yên komplîkasyonê di zarokên gelek biçûk de tê dîtin. Rêjeya zêdebûna razandina li nexweşxaneyê û lawaziya sîstema helandina zarokan demek dirêj, zarokan li dijî nexweşiyên din ên şewbê bê parastin dihêle. Di sala 2023’an de WHO, li herêmên Ewropayê ji nîvî zêdeyê bûyerên nexweş rakirine nexweşxaneyê, barê sîstema tendirûstiyê li ser kes û malbat  derdixe holê.”

‘Bûyerek tenê banga çalakiya lezgîn e

Di raporê de îfadeyên dîrektorê herêma Ewropayê yê WHO’yê Dr. Hans Henrî P. Kluge cih girt û wiha got: “Divê bûyerek tenê ya sorikê jî weke banga çalakiya lezgîn be.” Hans Henrî P. Kluge da zanîn ku bûyerên di sala 2023’an de bûne rapor, hema bibêje hemû di zarokên ji 5 salî biçûktir de derketiye holê û wiha got: “Ev rewş di dema şewba COVÎD-19 de li dijî nexweşiyên sorik û nexweşiyên din ên ku bi aşiyê tên parastin, kombûna zarokên ku ji aşiyê reviyane û di çarçoveya aşiya 2021’ê de bandorê li başbûna hêdî dike.”

‘Bûyerên sorikê li tevahî cîhanê zêde dibin

Di raporê de hat destnîşankirin ku li tevahî cîhanê bûyerên sorikê zêde bûne, hejmara sala 2024’an a heta niha hatiye ragihandin, bi giştî li gorî hejmara tevahiya sala 2023’an derbas kiriye, bûyerên sorikê yên hatine dîtin bi giştî ne aşîkirin metirsiyek mezin digrin nava xwe û ev tişt hat gotin:

“Li cihê ku kesên bi vîrus, bê aşî û aşiyên wan kêm hene nexweşiyên şewbê derdikevin holê. Niha li welatên ku bûyerên sorik û şewbê tune ne, ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê di nava welat û ji derve, ji bo plankirina îtxalatê û di mijara amadekirina praktîf de bin. Di halê hazir de welatên ku şewb li wan heye divê hemû kesên hişyar hewldanên aşîkirinê berdewam bikin, tesbîta bûyeran, şopandina bi temas zêde bikin û bi armanca pêşîlêgirtina şewbên di pêşerojê de û parastina civakên ji bernameyê bi bandor bibin, valahiyên di çarçoveya aşiyan de destnîşan bikin û divê daneyên epidemiyolojik werin bikaranîn. UNICEF û WHO li gel hevakariyên gerdûnî û herêmên din wê piştgiriya van hewldanên welatan berdewam bikin.”