Li Brezîlyayê lehî: 169 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di lehiya li Brezîlyayê de jiyana xwe ji dest dan derket 169’an.

Navenda Nûçeyan - Li eyaleta Rio Grande do Sul a Brezîlyayê ji ber barana ku ev sê hefte ne berdewam dike lehî rabû, li welêt 2 milyon û 100 hezar kes ji vê rewşê mexdûr bûn; 620 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

Rayedarên dewletê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji ber lehiyê 169 kesan jiyana xwe ji dest dane û 56 kes jî winda ne.

Li 469 bajarên ku ji ber lehiyê zirar dîtine xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, hat destnîşankirin ku 42 rê, pir û kolan di bin avê da mane. Pispor diyar dikin ku ji bo vegere rewşa asayî ya li welêt dê dem lazim be.