Li Beyrûdê sempozyûm: Rola jinan di hilbijartinên şaredariyan de hat nîqaşkirin

Saziya Madaniyat a li Lubnanê, ji bo nîqaşkirina rolên welatiyan ên di hilbijartinên şaredariyan û biryarên herêmî de û bandora taloqkirina hilbijartinan li ser civakê û bi taybetî nûnertiya ciwan û jinan, sempozyûmek ji raya giştî re vekirî li dar xist.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd - Saziya civaka sivîl a Madaniyat ya li Lubnanê, ji bo jinan der barê rolên wan di civakê de û mafên wan de hişyar bike çalakî û semîneran li dar dixe û jin û ciwanan ji bo beşdarbûna karên giştî û siyasî teşwîq dike.

Saziya Madaniyat, di çarçoveya projeya "Şaredariya Min, Nasnameya min e" de, bi armanca  ronîkirina rola girîng a Lubnaniyan a di civaka herêmî de, beşdarbûna pêvajoya hilbijartinê, bandora taloqkirina hilbijartinên şaredariyan û bandora wê ya li ser ciwan û jinan, li paytexta Lubnan Beyrûdê sempozyûmek li dar xist.

Seroka saziyê Nada Anid, di axaftina xwe ya çalakiyê de diyar kir ku sempozyûm di çarçoveya rêzesemînerên ku ji bo ronîkirina rola şaredariyan û welatiyan di şopandin û alîkariya şaredariyên xwe de tê li darxistin.

Pêşkêşiyek di warê dîrokî de hat kirin

Di sempozyûmê de bal hat kişandin ser rol û erkên navendî yên şaredariyê di jiyana welatiyan de û di heman demê de di mijara derketina şaredariyan û qelsbûna temsîliyeta jinan de jî pêşkêşiyek dîrokî hat kirin.

Rola jinan heta hilbijartinên şaredariyan di sala 1952’an de bi bandor nebû; di sala 1953’an de 3 jin tevli Meclisa Şaredariya Beyrûdê bûn û diyar kirin ku mafê wan ê dengdayînê û namzediyê nîn e û ev hilbijartin 3 caran hatiye taloqkirin. Taloqkirina hilbijartinên şaredariyan, hebûna qeyrana rêveberiyê û zirara dayîna demokrasiyê piştrast kir.

‘Di namzedbûyînê de hejmara jinan gelek kêm e’

Nada Anid bal kişand ku Saziya Madaniyat hewl dide jin û ciwanan ji bo beşdarbûna  karûbarên giştî û siyasî teşwîq bike û wiha got: "Konferansa ku tê dayîn, di navenda xebatên me de cih digre û perçeyek berfireh e. Bi armanca komên ciwan di asta rêveberiyên herêmî ango şaredariyan de tevlî xebatên gel bibin, li herêman dê rêzekonferans bên lidarxistin.”

Nada Anid, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Her çend hilbijartin bên taloqkirin jî divê em moralê xwe xirab nekin û divê her dem di rêveberiyên herêmî de em cih bigrin û di qada xwe de xebatên xwe bidomînin. Lewre divê jin di meclisên şaredariyan de cih bigrin û xebatên di vê çarçoveyê de bimeşînin."

Nada Anid, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema dengdanê jin dengê xwe didin lê di namzedbûyînê de hejmara jinan gelek kêm e. Divê jin di welatê me de beşdarî jiyana siyasî bibin, namzedên erkan bin û tevli nîqaşên siyasî bibin. Em ê jin di navenda vê nîqaşê de cih bigrin.”

‘Beşdarbûna jinan a şaredariyan gelekî girîng e’

Namzeda Şaredariya Ghobeiry Zeyneb El-Khansa jî wiha got: “Ez weke namzed hewl didim bibim şaredar. Lewre ez gelek girîngiyê didim gihandina jinan ji bo şaredariyan. Ji ber ku em beşek taybet a pêkhateya giştî ne. Çand û şaristaniyek ku tevahiya Lubnanê dihewîne heye û ger jin beşdarî hilbijartinan bibin, ez ê bibim ewil jina ku dengê xwe dide jinan.”

‘Divê em jî beşdarî xebatên gel bibin’

Bijîjka beşa fizîkê Denîse Daou ya beşdarî sempozyûmê bû, wiha got: “Pêwîst e jin jî weke mêran di nava civakê de cih bigrin, ji ber ku hewcehî bi wekhevî heye. Lewma divê em jî beşdarî xebatên gel bibin. Ger ez bibim namzed, ez ê hewl bidim di şaredariyê de hejmara jinan zêde bikim.”

‘Ez ê hewl bidim piştgiriyê bidim jinên ku beşdarî xebatên şaredariyan dibin’

Beşdara bi navê Amal Îshaq a li bajarokê Bourj Hammoud dijî jî da zanîn ji ber ku nifûsa wê li ser Exrefiyê ye, nikare li bajaroka xwe dengê xwe bide û wiha got: "Em daxwaz dikin ku gel li cihê dijî, dengê xwe bi kar bîne. Em dixwazin li cihê ku lê dijîn bibin parçeyek guherîna herêmê. Ez ê hewl bidim piştgiriyê bidim jinên beşdarî xebatên şaredariyan bibin û di xebatên şaredariyê de cih bigrim. Ji ber ku îro rola jinan di civakê de pir girîng e, jin xwedî jêhatibûn in dikarin di her astê de bixebitin.”

Namzeda şaredariyê ya ji bajarokê El-Qesrê ya navçeya Hermelê, Khadija Îskandar jî wiha got: “Her rûniştina ku em ji bo teşwîqkirina jinan a beşdarbûna namzedkirina meclisên şaredarî û parlamentoyê dikin, motîvasyon û zanista min zêde dike. Ez pêşniyar dikim ku jinên di qada namzediya jinan de xwedî tercube ne, perwerde bidin jin û ciwanan.

‘Em hewl didin jinan teşwîqê namzetbûnê bikin’

Khadija Îskandar got: “Hemû tercube piştrast dikin ku gendelî di nava jinan de kêm bûye. Hinek berpirsên partiyan jî dest bi namzedkirina jinan kirine lê dibêjin em dixwazin hevjînên xwe namzed nîşan bidin, gelo ev yek vê çi sûdê bide me? Em dixwazin jinan teşwîqê namzedbûne bikin û em ê vê yekê pêk bînin.”