Li Baglana ji lehiyê bandor bû pergala tenduristiyê hilweşiya

Xelkê parêzgeha Baghlan a Efganîstanê ku ji xizanî û zordestiya Talîbanê êş kişandin, niha jî bi wêraniya ku ji ber lehiyê derketiye re mijûl dibin. Li bajarê ku dezgehên tenduristiyê tune ne û yên ku hene jî wêran bûne, gel di rewşeke dijwar de ye.

BAHARÎN LEHIB

Baghlan- Di pêvajoya ku bi desthilatdariya Talîbanê li Efganîstanê dest pê kir de hemû gel bi taybetî jin di bin zextên mezin de neçar dimînin jiyana xwe berdewan dikin. Li welatê ku xizanî pirsgirêka herî mezin e, lehiya li welêt ev krîz hîn kûrtir kir. Ji ber lehiyê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî hezar xanî hilweşiyan. Parêzgeha Baghlanê ya li bakurê welêt jî yek ji wan cihên ku herî zêde ji lehiyê zirar dîtiye.

Li navçeyên Nahrîn û Broke yên parêzgeha Baghlanê, xizanî, bêkarî, bêhêvîbûn û hêrsa li dijî hikûmeta Talîban di nav gel de zêde dibe. Li gel karesatê gel ji xizmetên tenduristiyê jî bêpar mane. Ji ber jin di temenê biçûk de tên zewicandin rastî gelek pirsgirêkên tendirûstî û civakî tên. Jinên ku nikarin xwe bigihînin rêbazên kontrolkirina zayînê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin.

Bi lehiyê re zehmetî zêde bûn

Şahperî Vahad di 16 saliya xwe de zaroka xwe ya yekem anî dinyayê. Dayika Şahperî Vahad da zanîn ku diyar kir ku ji ber xizaniyê keça xwe di temenekî biçûk de zewicandine û wiha got: “Ji ber temenê keça min biçîk bû bedena wê lewaz bû, ji ber wê yekê jî zaroka wê jî ne bi tendirûst bû. Şahperî û malbata wê ji ber lehiyê zirar dîtine hewl didin li ber xwe bidin.”

Jinek ku mala wê ji ber lehiyê hilweşiya, diyar kir ku kurê wê yê 3 salî nexweşiya dil pêre heye û wiha got: “Piştî zehmetiyên dirêj 6 meh berê kurê min li navenda bajêr li nexweşxaneyekê emeliyat kirin. Derfetên li nexweşxaneyê gelek kêm bûn. Niha ji ber lehiyê rewşa wî xirab bûye, her wiha pirsgirêkên wî yên çerm hene û bi şev û roj digirî.”

Emeliyat bû lê nikare tedawî bibîne

Hoş Begûm Salih dema behsa wêraniya ji ber lehiyê dikir, li aliyê din jî behsa serpêhatiya xwe kir. Hoş Begûm Salih da zanîn ku ji ber nexweşiya xwe neçar ma ku zaroka xwe ya heştemîn kurtaj bike û wiha got: “Ez li nexweşxaneya dewletê ya bajarê Baghlanê emeliyat bûm. Min hema hemû dermankirina xwe bi xwe kir. Min bi xwe dermanên xwe kirî. Piştî emeliyatê hemû bedena min diêşe û birînên min hê baş nebûne. Li navçeyê Klînîkek ku em 2-3 saetan bimeşin xwe bigihîninê heye. Li wir 2 bizîjk hene, lê pêdiviyên wan gelek kêmin, ji ber wê yekê tiştek nîne ku ew bikin." 

Jinên ku hewl didin bi hilweşîna lehiyê re rû bi rû bimînin herî zêde gazindan ji têkçûna xizmetên tenduristiyê dikin. Jinan diyar kirin ku piştî lehiyê şev di nava tirs û xofê de hewl didin bijîn û dixwazin bi lezgîn tedbîr bên girtin û pergala tenduristiyê ya hilweşiyayî bê avakirin.