Li Afganistanê bi hezaran zarok rakirin nexweşxaneyê
Piştî ji aliyê Talîbanê ve desteserkirina rêveberiya Afganistanê, li welat krîzekê mezin tê jiyîn, bi hezaran zarok ji ber pirsgirêkên aborî nexweş dikevin. Di meha dawî de li welat 67 hezar zarok pirsgirêkên tendirûstî jiya.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Talîbanê li Afganistanê rêveberiya welat desteser kir, li welat di gelek aliyan de pêvajoyek bi aloz tê jiyîn. li welatê ku her roja derbas dibe xizanî kûr dibe bi milyonan malbat li hemberî xizaniyê têkoşina jiyanê dide, hat zanîn ku ji ber pirsgirêkên xwe germkirinê 67 hezar zarok jî rakirine nexweşxaneyê.
Li gor Komîteya Xaça Sor a Navnetewî ya li Kabul a paytextê xebat dimeşîne li welat li gor sala derbasbûyî rêjeya zarokên ku êşa sing dijîn ji sedî 50 zêde bûye.