Li Îranê xwendekarên jin di têkoşînê de rola sereke dilîzin
Xwendekarên jin ên li zanîngehan, li dijî zextên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di têkoşînê de rola bingehîn dilîzin. Jinan bal kişandin ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gotin: “Bi zextan em bêdeng nekirin, berovajî hêza me ya berxwedanê zêdetir bû.”
MAHTAP ŞERÎFÎ
Urmiye- Di sala perwerdeya 2023-2024’an a Îranê de, hejmara xwendekaran ji 3,2 milyon zêdetir e û ji sedî 60’ê vê nifûsê, ji jinan pêktê. Ev îstatîstîk, zêdebûna jinan a di qada perwerdeya bilind de nîşan dide. Di heman demê de di rola civakê de îşaret bi guherînek bi kok dike. Li Îranê bi giranî nifûsa xwendekarên ku temenê wan di navbera 18-30 salî de ne, ciwanên ku nûnertiya nifşên ciwan dikin û di avakirina nasname û fikir de di salên xwe yên herî girîng de ne. Xwendekarên jin bi hebûnek ewqas berfireh re bi guherîna zanîngehê re nasekinin. Di heman demê de, di pêşketinên civakî, çandî û siyasî de rola sereke dilîzin. Ev guherîn, bi taybetî di civakek ku hê normên kevbeşopî lê bi hêz in de, nûnertiya berfirehkirina hişyariyê û têkoşîna wekheviya zayenda civakê dike. Di heman demê de ji bo bihêzkirina jinên zanîngehê û ji bo ku di civakê de bibe hêza veguherînê, weke platformekê girîngiya wê derdikeve holê.
Xwendekarên jin di rola sereke de ne
Xwendekarên zanîngehê ku xwedî dîrokek têkoşînê ne, di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya di 16’ê îlona 2022’an de bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kirî de, di nava yên herî çalak beşdar bûne de cihê xwe girtin. Bi serhildana şoreşê re zanîngeh carek din bû qada bingehîn a protestoyan. Di vê serhildanê de xwendekaran û bi taybetî jinan, rola sereke lîstin. Li zanîngehan redkirina hîcaba bi zorê, serhildana li hember cûdakariya zayendî, daxwaza wekhevî û azadiyê ya xwendekarên nifşên nû, nîşan dida.
Zext zêde bû
Komara Îslamê ya Îranê di salên dawî de bi polîtîkayên cûda hewl da tevgerên xwendekaran kontrol bike. Ev zext ne tenê li ser xebatên xwendekaran, di heman demê de manîpulekirina naveroka perwerdê, bi zêdekirina yekîneyên îdeolojîk ya neçar çêkir. Ji derveyî vê beşê ewlehiyê yê dewletê ku bi taybet li zanîngehan ‘Basic’ berfireh kir, li ser xwendekaran zextek din ava kir. Ji xebatên civîn, çandî, zanistî bigre heta xebatên herî biçûk ên xwendekaran kontrol kirin. Hêzên Basic tenê wek saziyek propaganda û îdeolojîk tevnagere, di heman demê de xwendekaran teşwîqî sîxurtî û îstixbaratê dike, hewl dide di nava xwendekaran de parçebûn û bê baweriyê ava bike.
Cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birîn
Di salên dawî de xwendekarên Kurd her tim li dijî bêedaletî û binpêkirinên mafên mirovan bûne dengê herî bi hêz ê protesto û berxwedanê. Lê belê ev rolê derketiye pêş, rastî tundî û zexta sîstematîk a desthilatiyê hatiye. Yek ji mînakên eşkerê yê van zextan, Peşxan Ezîz ku xwendekara zanîngeha Tahranê di 25’ê mijdara 2008’an de hatiye girtin bû. Pexşan Ezîzî dema beşdarî mîtîngên protestoyî yên ku xwendekarên Kurd bi armanca şermezarkirina înfazên siyasî yên li Kurdistanê û rewşa mafê mirovan li herêmên Kurdan li darxistin hatibû girtin, rastî zextek giran a hêzên ewlehiyê hat. Pexşan Ezîzî îro jî ji ber xebatên xwe yên mirovî û cîvakî hê li girtîgeha Evînê tê girtin û bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye.
Berxwedana xwendekaran didome
Di heman demê de di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal û Kobanê de, xwendekarên Kurd li zanîngehan protesto li dar xistin, hewl dan dengê berxwedanê û zexta gelê vê herêmê bigihînin cîhanê. Lê belê zextên hikumetê jî hevaltiya van protestoyan kir, xwendekarên ku beşdar bûne girtin, gef lê xwarin û ji perwerdê bê par hiştin. Her çend zextên li beramberî xwendekarên Kurd bidome jî, xwendekar hê parastina mafê mirovan, azadiya xwe û rumeta mirovatiyê didomînin.
‘Rola jinan hat guhertin’
Aktivîsta mafê jinan Maryam SH. zextên ku xwendekarên jin li zanîngehan dijîn de ji ajansa me re nirxand. Maryam da zanîn ku salên borî dema jinên ciwan perwerdeya xwe didomandin, rastî gelek pirsgirêkan dihatin. Maryam destnîşan kir ku gelek malbatan wisa bawer dikirin ku keçên wan heta amadeyî bixwînin û piştre divê bizewicin. Maryam wiha got: “Lê belê bi demê re ev sekin kêm be jî hat guhertin. Jinên ciwan berê xwe dan bajarên cûda û wisa dikaribûn perwerdeya xwe bidomînin. Ev firsenda ku ew di aliyê çandî û civakî de azad û serbixwe bibin da. Piraniya van jinên ciwan piştî perwerdeyê kar dîtin, aboriya xwe ya serbixwe bidest xistin. Ev pêvajo di civakê de guherînek erênî ava kir û bû alîkar ku cihê jinê baş bibe. Ev xwendekarên keç ji ber di qadên perwerdê de bûn, zêdetir mafê xwe fam dikin û di ferqa newekhaviya zayendî de ne. Ev hişyarî di bihêzkirina rola jinan a di civakê de û di guherîna çêkerên giştî de rolek giring lîstine.”
‘Me gelek bedêl dan’
Yek ji xwendekarên bi awayekî çalak beşdarî protestoyên li dijî encamên hilbijartina serokomariyê ya di sala 2008’an de bûye, Laleh N ye. Laleh, ceribandinên xwe yên derbarê xebatên xwendekaran de wiha anî ziman: “Ez wek xwendekara wê, ji namzetan bawer nebûm û me ev rewş protesto kir. Armanca me, derketina li dijî polîtîkayên desthilatê bû. Di protestoyan de gelek xwendekar di nava qerebalixiyê de hatin revandin, bi mehan li girtîgehan di hucreyên yek kesî de hatin hiştin. Zanîngeh her tim bûn navenda têkoşînê, cihê ku protesto lê destpê kirî û tevgerên civakî jê derketin. Lê belê ji bo vê têkoşînê me gelek bedelên dûrketina ji perwerdê, girtin û li girtîgehê îşkence dîtin da. Desthilatiyê bi vê zextê re hewl dida xwendekaran bêdeng bike, lê belê di nava xwendekaran de ruhê têkoşînê tu car wenda nebû.”
‘Berdewamkirina xebatan gelek zehmet bû’
Ji xwendekarên berê yê zanîngeha Urmiye Parisa M jî bal kişand ser zextên li ser xwendekaran û wiha got: “Di nava komên xwendekaran de dema em di mijaran de gihîştin heman fikrî, me hewl da em kovar derxin û bernameyên çandî lidar bixin. Lê belê ewlehiya zanîngehê gelek zû dest bi derxistina pirsgirêkan kir, yan jî dema ku pirsgirêkek herî biçûk li dijî fikrê hikumetê yê siyasî çandî didîtin, xebatên me rawestandin. Ji ber vê yekê berdewamkirina xebatên me gelek zehmet bû.”
‘Zext em bêdeng nekirin’
Aktivîsta xwendekaran Narges A jî bal kişand ser serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ev tişt got: “Di sala 2022’an de bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ve, serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir. Li zanîngehan protestoyên sivîl, bi rastî gelek kêm bûn. Dirûşmeyên ku me li zanîngehan berz dikir bû nexşerêya kolanan. Dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ , ‘Ji Hemaney re mirin’, ‘Ji girtiyên siyasî re azadî’, ‘Ji darvekirinê re na’, ji zanîngehan bilind bû. Beriya mitîngan me li ser qumaşên li wargehên xwendekaran dirûşme dinvîsî û li xwendekaran perve dikir. Hevgirtina ku me derxistî holê, li ser ruhê me yê kolektif bandorek mezin ava kir û di mijara berdewamkirina têkoşînê de hê zêdetir motivasyon da me. Ewlehiyê gazî hejmarek zêde ya xwendekaran kir û derbarê wan de doz hatin vekirin. Hinek jê ji perwerdeyê hatin dûrxistin û rastî zextên cidî yên ewlehiyê hatin. Lê belê zextan nekarî dengê me yê protestoyê bibirin, berovajî wê bûn sedem ku em têkoşîna li dijî zext newekheviyê berdewam bikin.”