Leşkeran di operasyonê de zarok kirin mertal çek danîn ser serê dayikê

Di operasyona leşkerî ya li gundê Nenyasa Licê de li mala hat gulebarankirin Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da. Piştî gulebaranê leşkeran avêtin ser malê, hat zanîn ku zarokek 15 salî ji aliyê polîsan ve weke mertal hatiye bikar anîn.

Navenda Nûçeyan – Duh bi şev saet li derdora 22.00’yan leşkeran derûdora gundê Nenyasê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê hate dorpêç kirin. Leşkeran bi helîkopter û çekên giran gund gulebaran kirin. Maleke ku zarok û jin têde hebûn hat gulebarankirin.

Zarok kirin mertal çek danîn ser serê dayîkê

Dorpêça li gund piştî 4 saet û nîvan saet di 02.20'an de bi dawî bû û leşker ji gund derketin. Di operasyonê de bavê 4 zarokan Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yildirim ê jiyana xwe ji dest da ji aliyê leşker û polîsan ve anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê. Demekî dirêj agahî jî nehate dayîn. Malbatê piştî parvekirina Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hîn bû ku kuştin çêbûye.

Cenaze birin ATK

Malbatê ji bo cenazeyê xwe bigire hate ber deriyê ATK’ê. Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de cih girtin, rêxistinên navçeyê yên DEM Partî û DBP’ê û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî piştevaniya malbatê kirin. Ji malbata ku ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da re hate gotin ku li benda dozger sekinî ne. Hate ragihandin ku dê cenazeyi saet dora 20.00’an bidin malbatê.