Leila Hosseinzadeh bi kefaletê hat berdan
Çalakvana siyasî û Sekretera berê ya Konseya Navendî ya Yekitiya Xwendekarên Zanîngeha Tahranê Leila Husseinzadeh, bi kefaletê hat berdan.

Navenda Nûçeyan - Çalakvana civaka sivîl û sekretera berê ya Konseya Navendî ya Yekitiya Xwendekarên Zanîngeha Tahranê Leila Hosseinzadeh ku di 7'ê Kanûna 2021’an de hatibû binçavkirin piştî ji aliyê yekîneyên îstîxbarata Îranê ve îfadeya wê hat girtin li Girtîgeha Êvînê dihat girtin û piştî demek sirgûnê Girtîgeha Şîrazê hat kirin, bi kefalet hat berdan.
Leila Hosseinzadeh tevî rapora Tipa edlî ya nikare li girtîgehê bimîne jî, ji aliyê rayedarên dadwerî yên Komara Îslamî ve nedihat berdan.
Leila Hosseinzadeh kê ye?
Leila Hosseinzadeh di sala 1991’an de ji dayik bûye, di sala 2017’an de di dema xwepêşandanan de hate girtin bi sucê ‘Li dijî ewlehiya welat, bi armanca heqeretkirinê komkirin û lihevkirina veşartî’ 5 sala cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Rewşa tendirûstiya Leila Hosseinzadeh herku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Piştî ku nivî cezayê xwe kêşa ji bo di girtîgehê de nemîne ji aliyê Tiba Edlî be bi kefaletê hate berdan. Di sala 2018’an de cardin hat girtin û piştî dû heftiyan bi kefalet hate berdan. Di sala 2019’an de ji aliyê dadgeha şoreşê ve 30 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û derbarê wê de qedexeya çûyîna derve hat dayîn.
Leila Hosseinzadeh a sewqî girtîgeha Evinê hatibû kirin, di Adara 2020’an de hatibû berdan. Leila Hosseinzadeh ku her tim rastî girtin û zextan tên herî dawî di Kanuna 2021’an de hat girtin. Leila Hosseinzadeh sekretera konseya navenda xwendekaran û xwendekara lisansa bilind ya qada antropolojiya zanîngeha Tahranê ye. Girtina dermanan ya ji bo Leila Hosseinzadeh tê astegkirin.Di konseya xwendekaran de ji ber perwerde bi pare ye û li dijî zextên zeyendperestî û hîcaba bi zorê têdikoşiya.