Kovara Jin bi berga ‘1000 hefte ye li heman cihî’ derket

Hejmara 65’emîn a Kovara Jin bi berg “1000 hefte ye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, vê hefteyê hejmara 65’emîn a Kovara Jin bi berga “1000 hefteye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket. Di hejmara vê hefteyê de kovarê di mijarên xwe de bal kişand ser têkoşîna Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe hezar hefteye li ber xwe didin.

Nivîsên di vê hejmarê de cih girtin ev in:

* Çîrokeke dewletê nediyar hiştî: Hayrettîn Eren / Hevpeyvîna bi Îkbal Eren re – Bêrîtan Canozer

* Ji bavê min re name... / Gulbahar Alpsoy

* Ên li dijî ‘demborîn’ û demê li ber xwe didin / Esra Kiliç

* Lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê ya bloqên betonê parçe dike! / Ceylan Şahînlî

* We çi bi Dîlek Serîn a 3 salî kir? / Şukran Demîr

 Hun dikarin li ser adresa Jindergi.com bigihin hejmara 65’ê.