Kongra Star: Em ê tola xwe bi bilindkirina şoreşa jinan bigrin

Bi wesîleya salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê, Kongra Star daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ger kiryarên komkujiya beriya deh salan bihatana cezakirin dê careke din li heman bajarî komkujiyek din çênebûya.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star di 10’mîn salvegera komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi minetdarî bi bîr anî. Dîsa yên Silopiyê Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku pêşeniya berxwedana rêveberiya xweser li Botanê kirin û şehîdên komkujiya 2’mîn a Parîsê, Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di ser komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de 10 sal derbas bû. Lê di nava 10 salan de edalet nehatiye pêkanîn ji ber ku qetlîam ji aliyê dewleta Fransayê ve nehatiye ronîkirin. Li Şûna ku hêzên li pişta vê komkujiyê werin tesbîtkirin û cezakirin bi navê sirên dewletê û berjewendiyên navdewletî ser heqîqatê 10 sal in tê girtin. Em wek Kongra Star vê helwesta dewleta Fransayê û saziyên wî qebûl nakin û şermezar dikin. Heta ku berpirsyariya dewleta Tirk fermî neyê teyîtkirin em ê dewleta Fransayê ji vê komkujiyê berpirsyar bibînin. Ji ber ku komkujiya 9’ê Çileyê nehatiye ronîkirin di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya 2’mîn a Parîsê pêk hat. Ev jî berpirsyariya Fransayê carek din nîşan dide. Di her du komkujiyên Parîsê de kî pê li tetikê kiribe jî kujer dewleta Tirk e, MÎT e. Lazim e Fransa jî sûcdarên esasî derxe holê, bidarizîne û ceza bike. An na dê Parîs weke ciheke ku îstîxbaratên dewletên faşîst ji xwe re digerin bê zanîn. Ev jî rûreşiyeke mezin e.

‘Dewleta tirk li hemberî tevgera jinan a Kurdistanê konseptek nû daye destpêkirin’

Bi komkujiya Parîsê ya ku pêşenga me, endama damezranîner a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û dîroka zindî ya tevgera azadiya jinan a Kurdistanê, rêheval Sara, hedef girtiye, dewleta Tirk a faşîst pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jinan daye destpêkirin. Komkujiya Parîsê di pêvajoyeke ku bi pêşengiya jinên li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke nû pêk hat. Ji bo tasfiyekirina şoreşa jinan biryara kuştina pêşengên jinan hatiye girtin. Di çarçoveya vê konseptê de di nava 10 salan de hem li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li parçeyên din û li derveyê welat bi dehan jinên pêşeng û şoreşger ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê em rêhevalên xwe yên nemir Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Hind Latîf, Seda Faysal, Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Ezedîn, Diyana Elo, Zeyneb Sarûxan û Nagîhan Akarsel bi dilsozî bi bîr tînin. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên xwe bilindkirina têkoşînê ye heya serkeftinê. 

Wek tevgera azadiya jinan, Kongra Star em şehîdxistina pêşengên xwe tu car qebûl nakin, efû nakin, ji bîr nakin. Hesabê wan sûcên navneteweyî teqez dê bê pirsîn. Em ê tola xwe bi mîsoger û bilindkirina şoreşa jinan bigrin.”