Kongra Star bi hevserokên jin ên komînên Til Temir re civiya

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edla Dawûd got ku pira gihandina dezgehên jinan û edaletê bi giştî jin û civakê re komîn in, ji lewre bi hevserokên wê yên jin re civiya.

Hesekê - Ji ber komîn lêvegera her tevger û bûyerê ne, Rêxistina Kongra Star û meclisa bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevserokên jin ên komînan ên bajar û gundan re, li avahiya Kongra Star civiyan.

Ji ber planên hêzên dagirker ên dijberî şoreşa jinan, Kongra Star û meclisa bajar pêwîstî bi lidarxistina civînek ji hevserokên jin ên komînan re dîtin. Weke encamnameya civînê dê mehane hevserokên jin bi raporên xwe yên vegotina rewşa ewlehî û asta rêxistinbûyîna jinan û civakê beşdarî civînên Kongra Star bibin.

Her wiha li ser rewşa ewlehiyê, rêxistinbûyîna jinan û bihêzkirina parastina cewherî nîqaş çêbûn.

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Edla Dawûd li ser lidarxistina vê civînê ji ajansa me re armanc û plansaziyên taybet ên ku ji bo komînan plan kirine vegot.

Pêwîstiya civînan

Edla Dawûd got ku piştî hevpeymana civakî hatiye pesendkirin û di nava guhertinên herêm pê re rûbirû dimîne de pêwîstî bi aktîfkirina hevserokên jin ên komînan hatiye dîtin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Armanc ew e ku em hîn bêtir nêzî jinên civakê bibin, li pirsgirêkên wan guhdarî bikin û mekanîzmayên çareseriyê li gorî her pirsgirêkê ava bikin. Ji lewre di vir de rola komînê roleke girîng û sereke ye, li ser vî bingehî me civîn ji bo hevserokên jin li dar xist."

Ji aliyê rêxistinên jinan partî û meclisan ve serdana komînan dê were kirin  

Edla Dawûd da zanîn ku ji bo bihêzkirina pêwendiyan di navbera rêxistinên jinan û Rêveberiya Xweser de dê xebatek were meşandin û wiha ji me re behsa vê xalê kir: "Ji Kongra Star, Mala Jin, Meclisa Bajar û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dê serdanên me yên komînan bi awayekî rêkûpêk û domdar çêbibin. Armanc bi vê gavê ew e ku têkiliyên di navbera saziyên jin û giştî û di navbera komîn û civakê de bêtir xurt bibin. Bi komînan re em ê bikaribin xwe bigihîjînin hemû ferdên civakê. Li ser vê bingehî jî dê komên watsapê çêbibin û li wir pirsgirêkên jinan werin parvekirin. Em ê bi hev re nîqaş li ser bikin û pêwîstiya çareseriyeke bi çi awayî hebe dê were danîn."

Ji mijarên sereke yên civînê yek jê zewaca di temenê biçûk û pirzewaciyî ye

Edla Dawûd got ku mijarên zirarê didin ewlehiya jinan û civaka wan û çawaniya pêşxistina parastina cewherî ji xalên sereke yên civînê bûne. Edla Dawûd wiha gotinê xwe domnad: "Xala sereke kesên ku zirarê didin cewherên civaka me û dixwazin madeyên hişbir belav bikin divê werin şopandin û girtin. Her wiha me girîngiya rêgirtin û zanakirina malbatê li ser zewaca zarokan di temenekî biçûk û pirzewaciyê de, bi bîr xist û weke erkek sereke li ser xwe û komînê girt dest."

Komîn ji bo çi û kê ye?

Edla Dawûd got ku aktîfkirina komînan û bi taybetî hevserokên jin wê bajar ber bi rêxistinbûyîneke xurtir ve bibin û wiha pêl da gotinên xwe: "Komîn xal û pira gihandina maf û zagonên Dîwana Edaletê, Kongra Star, Mala Jin û Meclisa bajar ber bi civakê ve ne. Da ku em bikaribin hinek birînên civaka xwe derman bikin, pêwîstî pê heye ku em birînên wan ji nêz ve bibînin û asta kûrbûna wan bibînin. Ji bo wê em bikaribin lîstikên li ser jinan çêdibin baş bibînin û bikaribin wan biparêzin û çavkaniyên kesên ku dixwazin xirabiyan bikin, zuha bikin. Em ê li her deriyê bixin, em ê hîn bêtir bizanibin jin çiqasî li hember hişmendiya mêr û civakê êşê dikşînin û têdikoşin. Li vê derê weke rexnedayînek ji jin û civaka xwe re, em ê hîn bêtir li ser perwerdekirin û hişyarkirina wan bixebitin."

'Em ê wan jinên berxwedêr biparêzin'

Edla Dawûd bal kişand ser parastina cewherî ya jinên berxwedêr li bajarê Til Temirê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinan li Til Temirê li hemberî terorîstên DAIŞ, Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ya berê û niha li hemberî dagirkerên Tirk li ber xwe dan. Jinan li vê derê dorpêç, bêavî, bêxwarinî, bê kehrebe û bê sotemeniyê jiyan lê belê tenê ji bo ku neçin di bin konan de nejîn dest ji axa xwe bernedan û berxwedana xwe domandin. Ji bo wê jî em ê hewl bidin cewherê jinên berxwedêr li vir biparêzin û rê nedin nasanmeya wan were çewisandin. Ji lewre em ê di demên pêş de ji bo hevserokên jin ên komînan dewreyeke perwerdeyê vebikin, da ku sûdê bigrin û jinên li dora xwe jî birêxistin û zana bibin."