Kongra Star bang li PDK’ê kir: Azîme Arsun berdin

Kongra Star da diyar kir ku PDK'ê berpirsyarê aqûbeta siyasetmedara Kurd Azîme Arsun e ku binçavkirî ye, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku Azîme Arsun berdin.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kongra Star têkildarî binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a ji Bakurê Kurdistanê ku xwest di 2’ê Gulanê de ji ber dermankirinê ji Balafirgeha Hewlêrê biçe derveyî welat, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate binçavkirin, daxuyanî da.

Kongra Star a bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Azîme Arzun, bang li hikûmeta Başurê Kurdistanê kir ku demildest hevalên wan berde û destûr bidin ku ji bo dermankirinê derbasî Ewropayê bibe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK'ê berpirsyarê jiyana Azîme Arsun e ku heta niha çarenûsa wê nayê zanîn.