Kongra Star 18 sal e bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têdikoşe
Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed salvegera damezrandina Kongra Star a 19’emîn li tevahî jinan pîroz kir û got: “Li dijî siyasetên ku li dijî jinan tên meşandin, em ê xebatên xwe xurtir bikin.”

RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de hat damezrandin. Di wan deman de ji ber zext û zilma rejîma Baasê jinan bi awayekî veşartî karê xwe dimeşandin. Piştî çirûska 19’ê Tîrmehê kar û xebatên Yekitiya Star jî berfireh bû, li gorî berfirehbûna jinan Yekitiya Star di kongra 6’an a 25’ê Sibata 2016’an de bû Kongra Star.
Kongra Star xwe li ser 12 rehendan mîna komîteya perwerde, ekolojî, aborî, civakî, têkilî û tifaqên demokratîk, tenduristî, çand û huner, ragihandin, darayî, siyasî, parastina cewherî û hiqûq (dad) bi rêxistin dike. Her wiha nûnertiya wan li Libnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê heye. Kongra Star rêxistinek bîrdozî ye û konfederalîzma demokratîk bingeh digre.
Bi boneya salvegera damezrandina Kongra Star, berdevka Kongra Star a Rojava, Remziye Mihemed damezrandina Kongra Star li tevahî jinan pîroz kir û nêrîna xwe anî ziman.
Yekitiya Star di sala 2005’an de hat avakirin
Remziye Mihemed di destpêkê de salvegera damezrandina Kongra Star li tevahî jinan û gelê azadîxwaz pîroz kir, da zanîn ku Kongra Star bingeha xwe ji Yekitiya Star digre û got: “Me rêxistinbûna xwe weke Yekitiya Star dest pê kir û ji bo jinan gelek xebat hat meşandin. Beriya Yekitiya Star bingeh hebû ku jin bikarin xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin bikin. Gelek jinên ku cihê xwe di Yekitiya Star de digirtin û dayikên temenê mezin jî rol dilîstin. Her wiha jinên pêşeng ên tevgera azadiyê, hişt ku di nava jinan de rêxistinbûn û zanebûnê ava bikin. Rêber Apo ji bo jinan felsefe ava kir ku jin têkoşîna xwe ji bo azadiyê bimeşînin. Di sala 2005’an de Yekitiya Star bi rengekî sazîbûn û fermî hat ragihandin.”
Yekitiyê xwe veguherand Kongra Star
Remziye Mihemed da zanîn ku di Kongra 6’emîn a Yekitiya Star de wan xwe veguherandine Kongra Star da ku hemû jinan hembêz bikin û wiha domand: “Xebata Yekitiya Star dema ku hat destpêkirin, xebatek veşartî bû, bi awayekî vekirî saziyên me tune bûn û di çarçoveyek teng de bû. Her wiha Yekitiya Star jinên Kurd di nava xwe de hembêz dikir. Di konferansa 6’emîn a ku di sala 2016’an de hat lidarxistin, me wê demê dest bi şoreşê kiribû û gelek destkeftî ketibûn destên me. Gelek gavên mezin di aliyê siyasî, rêxistinbûn û parastinê de hatibûn avêtin. Weke Yekitiya Star li tevahî axa Sûriyeyê xebatek berfireh hat meşandin. Bi şoreşê re gelek sazî û rêxistinên cuda jî beşdarî xebatên me bûn, çarçoveya ku me kar û xebat dikir berfireh bû û zanistek jin çêbû ku kar bikin. Yekitiyê hejmarek biçûk di nava xwe de dihewand, ji ber berfirehbûna me, hewce hat dîtin ku Yekitiya Star xwe berfireh bike û navê xwe kir Kongra Star.”
‘Rehendên Kongra Star li nava civakê de belav bûne’
Remziye Mihemed rêxistinbûna Kongra Star û rehendên wê wiha parve dike: “Kongra Star xwe li ser meclisên ku 4 kantonên wê hene, bi rêxistin dike. Xebatên me li Şamê hene her wiha nûnertiya me li Lubnan, Başûrê Kurdistan û Ewropayê jî hene û xebatek berfireh di asta cîhanî de tê meşandin. 12 rehendên Kongra Star heye ku weke komîte xwe bi rêxistin dikin. Yek ji wan perwerde û akademî ye ku bingeha rêxistinbûyinê ye. Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Dîplomasiyê heye ku xebatek di asta cîhanî de dide meşandin. Komîteya Parastînê ku hêzên cewherî xwe bi rêxistin dikin hene. Di vê salê de li hemberî dagirkeriyê Hediye Brahîm jiyana xwe ji dest da ku em bivê boneyê bi bîr tînin. Di aliyê tenduristî, ragihandin, darayî û ekolojî jî di nava du salan de gelek kar û xebatên mezin meşandin ku xebatên bingehîn bûn. Xebatê çand û huner ku çawa çanda pêkhateyên herêman biparêze kar û xebatên berfireh meşand. Di aliyê Aborî ku rehendek bingehîne me xwest bibin bersiv ji jinan re ku şer û koçberiyek mezin hate jiyîn. Xebatê edalet, hiqûq û mala jin ku xebatek hevbeş didin meşandin jin xwe pêş xistine û mafê hiqûqî ya jinê ya zanistî avakirine. Bi 12 rehendan me karibû xwe di nava civakê de belav bikin.”
Remziya Mihemed armanca Kongra Star di nava civakê de wiha tîne ser ziman: “Kongra Star zanistek di nava civakê de dide avakirin û di aliyê birdozî de bingehîn e. Beriya şoreşê jî êrîşek li dijî jinan hebû û nêrîna wan nînbû, bi şoreşê re jin bû xwedî nêrîn û di hemû sazî, rêxistin, dezgeh, civakî, jiyanî û leşkerî de bû pêşeng. Heta roja îro jî êrîşek li dijî şoreşa jinan heye û pêşenga şoreşê hatin hedef girtin, ji lewra jin divê di astek mezintirîn xwe xurt û bi rêxistinbikin. Di aliyê zanist û birdozî de xwe kûr bike û dîroka xwe bîra neke. Kongra Star ji bo tevahî jinên Kurdistan û cîhanê bû mînaka pêşenga şoreşê.”
‘Xilasbûna jinên Sûriyeyê dê bi zanista jinên Kurd bê avakirin’
Remziya Mihemed destnîşan kir ku jinan hebûna xwe di nava Kongra Star de dîtin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Tundî û şerê taybet heta niha jî li dijî jinan pêk tê û pêwistî heye ku em xwe bighênin hemû jinan û şerê taybet li jinan pêk tên, bidin naskirin da ku misogeriya şoreşa xwe bikin. Heta astekî Kongra Star hate naskirin û ezmûna Kongra Star bandor li pêkhateyên din jî kir ku dixwazin rola xwe di vê şoreşê de bileyîzin û rêxistinbûna xwe ava bikin ku yek jî mînaka ber bi çav Kombûna Jinên Zenûbya ku ji jinên ereb pêk tê. Jinên ereb bi Kombûna Jinên Zenûbya re karibûn rêxistinbûna xwe weke xweser ava bikin. Xilasbûna jinên Sûriyê bi zanista jinên kurd bê avakirin, ji ber em ji bo wekhevî, aramî û edaletê xebat û têkoşînê dimeşînin. Lezbûn û pêşengtiya şoreşê ku jin kiriye em tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sinordar namînin û em ê berfirehbûn di asta Rojhilata Navîn de bikin.”
‘Ji bo azadiyê em ê ji tevahî jinan re pêşengiyê bikin’
Remziye Mihemed herî dawî da zanîn ku daxwaza Kongra Star armanca wan a serekeye û wiha bi dawî kir: “Kongra Star ji bo azadiya fizîkî yê Rêber Apo xurtkirina têkoşînê armanc digire, ji ber felsefeya Jin jiyan azadî Rêber Apo me da nasîn ku me şoreş pêk anî. Bê azadiya Rêber Apo jin jî azad nabe. Ji bo tevahî jinên Sûriyeyê hevgirtinek xurt lazim e. Ji bo êrîş û dagirkeriya dewleta tirk tevahî jin xebatek xurt dimeşînin. Herî dawî jî Emîne Kara ku li Parîsê hat qetilkirin, em ê kujerên van bûyeran, siyasetên ku li dijî jinan tê meşandin em ê xebatên xwe xurtir bikin. Ji bo zanist û azadiya jin em ê têkoşîn bikin. Hêviya me li tevahî jinan ewe ku derdor rêxistinê, xwe bikin yek û tu êrîş û siyaset li ser me neyên meşandin. Bi vê boneyê ku em 18 saliya Kongra Star li tevahî jinan pîroz dikin û em derbasî salvegera 19’an dibin ku em bibin pêşengê tevahî jinan ji bo azadiyê.”