‘Kongra diyaloga niştîmanî ne li gorî hêvî û daxwaza gelê Sûriyeyê ye’
Pêkhateyên Hesekê ‘Kongreya Diyaloga Niştîmanî’ ya li Şamê hat lidarxistin şermezar kirin û anîn ziman ku kongre ne li gorî hêvî û daxwaza gelê Sûriyeyê ye.

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Ji komara Sûriyeya demokratîk re erê, ji polîtîkaya înkar, dûrxistin û biçûkxistinê re na” bi armanca şermezarkirina ‘Kongra diyaloga niştîmanî ‘ bi beşdariya bi sedan pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan, mitîngek hat lidarxistin. Mitîng, bi pêşengiya Kongra Star a Hesekê, Til Temir, Hol, Şedadê û Dirbêsiyê, kampa Waşokanî û Serêkaniyê, li Xaçerêya Dêra Aşûriyan a taxa Til Hecer pêk hat. Bi sedan kes beşdarî mitîngê bûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, Saziya Malbatên Şehîdan jî di mîtîngê de amade bûn.
‘Kongra li Şamê temsîla îradeya jinan nake’
Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan destnîşan kir ku Kongra Diyaloga Niştîmanî ya li Şamê pêk hat, ne li gorî daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê ye û wiha got: “Hişmendiya yek alî , yek netew û yek zayend di Sûrî de jinan rastî qetilkirin, koçberkirin, destdirêjiyê anî. Di encama têkoşîna bi salan a jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, sîstema rêjîma Baasê hat hilweşandin. Ev gav û serkeftinên dîrokî ne ku têkoşîna xwe dispêre dîroka 8’ê Adarê. Em di qonaxek hesas re derbas dibin ku em tê de pêşwaziya 8 ‘ê Adarê dikin, bi vê gavê û vê pêvajoyê lidarxistina Kongreyek bê hebûna jinan, nayê qebûlkirin. Yê ku ked û berxwedanî nîşan da jin e, yê ku ji bo civakek azad kar û xebat dike jin e, lewma bê hebûna jinan tu Sûrî û serkeftin ne pêkan e. Îro dilê her jinek azadîxwaz ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêdide, em bi kelecan li hêviya gotinên wî yên dîrokî ne.”
‘Hişmendiya yekperestî nayê qebûlkirin’
Endama Komîteya Qada Civakî ya Kongra Starê Zehra Elî ku li ser navê Pêkhateyên Ereb axivî, wiha got: “Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê deskeftiyên pîroz bidest xist, bi hevgirtin û yekîtiya gelan Kurd û Ereb û Suryan û Ermen. Emê bi wî rihî tekoşîna xwe li beramberî feraseta yekperestî dewam bikin. Niha jî hikûmeta nû ya demkî vê hişmendiyê dewam dike û di lidarxistina kongreyê de tê xuyakirin ku çawa îradeya jinan û pêkhateyan nehatiye esasgirtin. Ev Kongre nayê qebûlkirin û temsîla me nake.”
‘Kongre siyaseta înkar û paşverû nîşan dide’
Bi navê civaka Suryan Miryam Melekî da zanîn ku Kongra li Şamê pêk hatiye, nasname û hebûna gelan paşverû dike û wiha got: “Siyaseta înkar û paşverû qebûl nabe ji ber ku nasnameya gelan tune dike. Lewma em wekî pêkhateyan Suriyeyî vê kongreyê qebûl nakin û daxwaza mafên xwe dikin.”
‘Di Sûriya pir rengî de, yekrengî nayê qebûlkirin’
Bi navê Civaka Ermen Mihrîk Serkîs jî bang lidarxistina kongreyek neteweyî kir ku tê de maf, hebûn û ol werin parastin kir û wiha bi dawî kir: “Sûrî pir rengî ye, sîstemek ku yek rengî were dayîn an jî mafê gelan were xwarin di vê sedsalê de nayê qebûlkirin. Ev sîstem beriya niha komkujiî bi serê me de aniye. Lewma emê ji bo parastina xwe û civaka xwe tekoşîna xwe bilind bikin.”
Mitîng bi dirûşmeya “ Jin Jiyan Azadî”bi dawî bû.