Konferansa Stenbolê, beşdariya Îlham Ehmed û projeya Ocalan a demokratîk – GOTAR

Asoyek ku jin tê de navendî ne, komun mîna şaneyên zindî yên civakê tevdigerin û beşdariya çalak a gel tê misogerkirin. Konferansa Stenbolê û beşdariya Îlham Ehmed, bi mîrateya Ocalan re vexwendinek ji bo avakirina cîhana ku hê gengaze ye.

BESÊ ŞAMARÎ

Ji nîvê sedsala 18’an û vir ve, dema ku li Ewropayê nîqaşên ewil ên felsefî der barê pêdiviya aştiyê de bi şêwe bûn, cîhana nûjen roj bi roj bi pirseke bingehîn re rû bi rû ma: Gelo şer diyardeyek xwezayî ye yan encama pergalên siyasî û aborî ya tundiyê ji nû ve hildiberîne ye? Pêşniyara Kant a ji bo aştiyeke mayînde û hewldanên wî yên ewil ên qelskirina makîneyên şer ên dewletên Ewropayê, bûn sedem ku ramanwerên piştî wî, têgeha aştiyê ji asta exlaqî ber bi asta teorîk û sazûmanî ve bibin.

Di vê çarçoveya dîrokî de, Bertha von Suttner di dawiya sedsala 19’an de, mîna yek ji kesayetên herî girîng ên aştîxwaz derket holê. Bi romana xwe ya navdar a bi navê "Çekan deynin” ku di sala 1889’an de weşand, têkildarî tundiya leşkerî nêrînek nû pêşkêş kir û nîşan da ku şer ne ji pevçûnên takekesî, ji pergalên baviksalar, aboriyek şer-navendî û newekheviyên pergalê çavkaniya xwe digre. Bandora Suttner ewqas kûr bû ku di şêwebûna perspektîfa Alfred Nobel a li ser aştiyê de roleke diyarker lîst; li gorî gelek analîstan, di wasiyeta Nobel de, bêyî xelata aştiyê, name û têkiliya wê ya rewşenbîrî bi Suttner re nedihat fikirandin.

Ger Bertha von Suttner di cîhana roja me de bijiya, raman, rêbaz û şêwaza wê ya rexneyî, dikaribû bi tevgera Apoyî re di wate û fonksiyonê de aliyek nû bi dest bixe. Mîrateya teorîk a Suttner, bi têgehên mîna aştiya erênî, rexnekirina mîlîtarîzmê, rizgariya jinan, hevgirtina navneteweyî û şerê li dijî navend dewletê re bû. Ev têgeh, bi lêgerînên Apoyî yên konfederalîzmê, zanista demokratîk, ekolojiya civakî û rexnekirina kapîtalîzma gerdûnî re li hev nedihat.

Ger Suttner di roja me de bijiya, ew ê muhtemelen bikaribûya di navbera tecrûbeyên hemdem ên tundiya pergalê û modelên rêxistinî yên alternatîf ên di projeyên Apoyî de tên dîtin de têkiliyên teorîk û wêjeyî ava bike û rola otorîteyek rewşenbîrî ku van projeyan bi raya giştî ya cîhanî bide nasîn, bilîze. Di vê çarçoveyê de, nebûna wê ya fîzîkî, valahiyek teorîk çêkir; beşek ji vê valahiyê aydî tevgerên di çarçoveya femînîzma lîberal de ji kapasîteya veguherînê bêpar û bi sînorkirinên saziyên aborî û siyaseta nasnameyê re asê mayê de ye. Van tevgeran, berevajî nêzîkatiya rizgarker a Suttner an jî kevneşopiyên rexnegir ên Apoyî, nikaribûne rexneyek bingehîn a şer, baviksalariyê û pergalên kapîtalîst pêşkêş bikin û lewma di avakirina dîrokî ya aştiya mayînde de rolek nelîstine.

Dîrok û pêvajoya analîza aştiyê ya ji sedsala 18’an heta sedsala 20’an

Pêdiviya aştiyê ya di du sedsalên dawî de, her dem li ser du eksenên bingehîn hatiye avakirin: Ya yekem, têgihîştina şer a mîna encamek avahiyên desthilatdariyê; ya duyem jî, hewldana afirandina alternatîfên ku dikarin rêziknameya siyasî û civakî li ser bingeha wekhevî, hevgirtin û edaletê ji nû ve ava bikin. Di sedsala 20’an de bi du Şerên Cîhanê re, bi Şerê Sar û belavbûna kapîtalîzma gerdûnî re, şer ne tenê rawestiyan, entegreyê mekanîzmayên aborî û siyasî yên dewletên nûjen jî bûn. Lewma têgeha aştiyê ji têkoşînek exlaqî ber bi têkoşînek avahîsaziyê ve bilind bû analîzên ku dê têkiliyên di navbera navendîbûna dewletê, newekheviya aborî, baviksalarî û tundiyê de rave bikin, neçar kir.

Di destpêka sedsalê de, têkelkirina Apoyî û aştiyê ya bi rizgariya jinan û rexnekirina kapîtalîzmê re, ramana Apoyî hewl da ku têgeha aştiyê bi rizgariya jinan, xweseriya herêmî, demokrasiya beşdar, hevgirtina etnîkî û rexnekirina kapîtalîzma gerdûnî re bike yek. Ev nêzîkatî, di Daxuyaniya Îmraliyê ya 27’ê Sibata 2025’an de, bi tekeziyên li ser aştiya mayînde, bidawîkirina çanda şer, azadiya ramanê û ji nû ve avakirina civakê bi beşdariya berfireh re, ji nû ve hat belgekirin.

Rola gel û tevgerên dijî şer

Di vê pêvajoyê de rola mirovên aştîxwaz û hêzên civakî bingehîn e. Tecrubeya dîrokî, nîşan dide ku di gelek xalên werçerxê de, yên riya aştiyê vedikin ne dewlet, gel in. Tevgerên li dijî şer ên sedsala 20’an, berxwedanên sivîl ên herêmî, rola jinan a di têkoşîna civakî de û dirûşmên mîna "Jin, Jiyan, Azadî" mînakên vê pêvajoyê ne.

Kapîtalîzma kûrewî astengiya li pêşiya aştiyê ye

Li hemberê vê yekê, kapîtalîzma cîhanî hê yek ji astengiyên herî girîng ên li pêş aştiyê ye; ji ber ku hebûna xwe bi gelemperî bi şer, bêîstîqrarî û komkirina hêzê re didomîne. Lewma, pevçûna bingehîn a di roja me de, ne di navbera neteweyan de, di navbera mirovên aştîxwaz û pergalên ku şer û qeyranên ji nû ve hildiberînin de tê jiyîn.

Mîrateya Suttner û kêmbûna wê ya di serdema me de

Ger Bertha von Suttner di cîhana hemdem de hebûya, dikaribû di girêdana mîrateya dîrokî ya aştiyê ya bi pêdiviyên teorîk û civakî yên roja me ya îro de roleke girîng bilîsta. Dema ramanên wê, bi çarçoveyên Apoyî re dibin yek, dikaribûn ji bo aştî, rizgariya jinan û edaleta civakî vîzyonek nû ya berfireh pêşkêş bikin.

Ji sedsala 18’an heta roja me pêdiviya hilberandina teoriyên rizgarkirinê

Nebûna fîgûrek wiha ya di roja me ya îro de, berpirsyariya pêşxistina teoriyên rizgarkirinê û rexnekirina pergalên li ser bingeha şer, dide ser milên tevgerên civakî, ramanwerên serbixwe û mirovên aştîxwaz. Ev hewcedarî, bi zincîreke domdar a pêşketina rewşenbîrî û civakî ya ji nîvê sedsala 18’an heta Daxuyaniya Îmraliyê ya 2025’an berdewam kiriye û bûye yek ji girîngtirîn li dijî derketina hemdem a roja me ya îro.

Hebûna jinan a di avahiyên desthilatdariyê de û sînorkirinên zayendî

Dîroka siyasî ya sedsalên dawî de nîşan daye ku ketina jinan ji bo meqamên siyasî yên bilind, nabe sedema hilweşîna baviksalar. Di gelek rewşan de, jinên di desthilatdariyê de têkarî ji bo ji nû ve hilberandina pergala baviksalar kirine. Mînak, têkariya Sabîha Gokçen a Ataturk mîna ewlad girt a di bombebaranên di salên 1930’an de li dijî sivîlên bêparastin, pêşkêşkirina mîna rûmetek neteweyî, nîşan dide ku di nava mantiqa netewe dewletê de, bedana jinan dikare bi qasî mêran tundiya fîzîkî pêk bîne.

Ev rewş, li seranserê cîhanê jî dubare bûye; jinên pêşeng ên mîna Margaret Thatcher, li şûna azadiya jinan an jî veguherîna civakî, di çarçoveyek baviksalar, otorîter û neolîberal de polîtîkayan hilberandine. Ev mînak, nîşan didin ku tenê zayend li dijî pergalên li ser bingeha şer, ji bo afirandina berxwedanê têr nake.

Jinên bi avahiyên aborî û siyasî re girêdana rizgarbûnê dikin

Ji aliyekî din ve, ji dawiya sedsala 19’an heta nîvê duyemîn ê sedsala 20’an, şoreşgerên jin hewl dan modelek cuda ya têkoşîn û rizgariyê pêşkêş bikin. Rosa Luxemburg, Alexandra Kollontai û jinên di tevgerên li dijî kedxwariyê de, rizgariya jinan ne tenê bi mijarek takekesî, bi veguherîna avahiyên aborî, siyasî û civakî ve jî girêdan.

Lê belê ev tevger, li hemberî blokên desthilatdariya kûrewî, darbeyan, Şerê Sar û ji nû ve hilberandina baviksalarî ya di nava tevgerên şoreşger de, bi astengiyên cidî re rû bi rû man û projeyên têkildarî rizgariya jinan pir caran têk çûn.

Tecrubeya jinelojiyê artêşa jinan û bandora wê ya li ser pergala civakî

Berevajî vê yekê, di 52 salên dawî de, di dilê şerên xwînî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de veguherînek nû derket holê. Vê tecrubeyê, ne tenê pergalên baviksalarî rexne kir, di heman demê de rêxistinên civakî û parastinê yên alternatîf jî pêşkêş kir. Zanista jinan jineolojî û yekîneyên jinan ên serbixwe, ji teoriyê derbasî pratîkê bûn û jinan kirin kirdeya civakî û siyasî ya navendî. Ev tecrube, ji bo rola sînorkirî ya jinan a di desthilatdariyê de yan jî jinên şoreşger, di asta bersivek de ye.

Di roja me de qeyrana pergala netew dewletê û rola navendî ya jinan

Îro di vê serdema ku ji ber şer, qeyranên aborî û qeyranên rewatiyê avahiya netewe dewletê ya sedsalî hildiweşe, hêzên civakî mîna aktorên nû yên daxwaza aştî, azadî û hevgirtinê dikin, derdikevin holê. Di vê çarçoveyê de, jin di rêxistin û parastina civakî de roleke navendî digrin ser xwe.

Tecrubeya jinelojiyê û artêşa jinan, bi navendkirina jinan di rêxistina civakî û exlaqî de modelek nû pêşkêş kiriye; ger qeyranên heyî bidomin, ev yek dikare di ji nû ve avakirina herêmê de bibe eksenek bingehîn.

Vegera dîroka Komîteya Aştiyê ya Nobelê

Di vê xalê de, vegera bingehên Komîteya Aştiyê ya Nobelê girîng e. Di destpêka sedsala 20’an de, komîteyê bi bandora Bertha von Suttner re aştî ne tenê mîna dirûşmek, mîna planeke çalakiyê, bingehek exlaqî û projeyek civakî girt dest. Di roja me ya îro de jî xebat û hilbijartinên xelatan ên komîteyê, li hemberî hêzên siyasî û vegotinên fermî ji ber kapasîteya xwe ya dayîna biryarên serbixwe tê rexnekirin.

Projeya Ocalan û vegera ji gel a ji bo polîtîkayê

Di vê çarçoveyê de, hewceyê em vegerin projeyên Abdullah Ocalan. Ne ji jor, ji jêr ji nû ve avakirina polîtîkayê; zindîkirina komunan û vekirina pêvajoyên biryargirtinê yên ji bo gel. Li gorî Ocalan, pergalên siyasî yên heyî, bi avahiyên xwe yên netew dewletê, nikarin qeyranên cîhanê çareser bikin. Tundiya pergalî di van pergalan de ne îstîsna ye, rêgezeke rêxistinkirinê ye.

Komun, tenê hêza biryargirtinê ya gel ji nû ve nadin qezenckirin, di heman demê de li dijî pergalên ku şer, kedxwarî û serdestiyê ji nû ve hildiberînin, kapasîteya berxwedanê jî diafirînin. Nêzikatiya Ocalan, pêvajoya demokrasiya beşdar bingeh digre û rexneyên wî yên li ser Marx ne redkirina ramanên sosyalîst e, lihevanîna li gorî şert û mercên dîrokî û civakî ye.

Girîngiya konferansa Stenbolê û rola Îlham Ehmed

Her çendî konferansa îro ya aştî û civaka demokratîk a li Stenbolê tê lidarxistin, di asta dîplomatîk de mîna civînek dîplomatîk a asayî xuya bike jî di wateyek kûr de qonaxek nû temsîl dike. Dengê aştiyê êdî ne tenê ji saziyên fermî yan hêzên mezin, ji komînan, kolanan, têkoşêrên jin û kesên ku li dijî hilweşandinê li ber xwe dane, bilind dibe. Beşdarbûna Îlham Ehmed a bi tecrubeya Rojava û projeya Ocalan, nîşan dide ku ev nêzîkatî ne tenê xeyalek siyasî ye, li dijî çerxa hovîtî, nefret û şerê bêdawî yê herêmê ye, neçariyek e.

Konferans, rêxistinek civakî ya navendî ya jinan, komînan û beşdariya çalak derdixe pêş û destnîşan dike ku aştî ne tenê di odeyên muzakereyan de, di qadên jiyana rojane de dê were avakirin.

Encam: Avakirina civakek demokratîk

Ger cîhan û bi taybetî jî welatên Rojhilata Navîn, dixwazin di riya aştiya mayînde û civatek piralî de bi pêş bikevin, neçar asoyek nû qebûl bikin. Asoyek ku jin tê de navendî ne, komun mîna şaneyên zindî yên civakê tevdigerin û beşdariya çalak a gel tê misogerkirin. Konferansa Stenbolê û beşdariya Îlham Ehmed, bi mîrateya Ocalan re vexwendinek ji bo avakirina cîhana ku hê gengaze ye.