‘Komxebata Li Girtîgehê Jinbûn’ gihîşt xwendevanên xwe

‘Komxebata Li Girtîgehê Jinbûn’ ya li Weşanxaneya Guldunya hat çapkirin gihîşt xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – ‘Komxebata Li Girtîgehê Jinbûn’ a Tevgera Jinên Azad (TJA) di dîroka 11’ê Hezîrana 2022’an de li Stenbolê li dar xist, bû pirtûk. Lansmana pirtûka ji Weşanxaneya Guldunya derket duh li Galeriya Xebatên Hunera Dijber a li Stenbolê hat kirin.

Di merasîmê de Dayîkên Şemiyê, Dayîkên Aştiyê, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), siyasetmedarên Kurd ku ji Doza Kumpasê ya Kobanê hatin tehliyekirin Gultan Kişanak, Buroya Hiqûqa Sedsalê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û hejmarek zêde ya jinan beşdar bûn.

‘Îradeyek ku hişmendiya azadiyê, berxwedenê nede rawestandin heye’

Axaftina vekirina merasîmê aktivîsta TJA’yê Hace Ozdemîr kir û wiha got: “Li hemû parzemînan, di girtîgehên zaliman de em dizanin jinên berxwedêr hene. Tecrîd, binpêkirinên mafan, bê edaletî mijarên me yên bingehîn e. Ên ku ev zindî jiyan kirine, şahid, qehreman û sembol di nava me de ne. Dîroka girtiyên jin gelek nehatine nivîsin. Girtîgeh nêzîkatiyek mêrsalarî ku te bi fîzkî esîr digre ye. Lê em hemû vê dizanin îradeyek ku hişmendiya azadiyê, berxwedenê nede rawestandin heye. Tecrîda li Îmralî ev bi salan e berdewam dike û ev tecrîda sistematîk belavî ji derve, jiyan, hemû girtîgehan bûye. Li dijî vê di hindir û ji derve de têkoşîn berdewam dike. Divê ev têkoşîn were mezinkirin.”

Piştî axaftina Hacer Ozdemîr ji Girtîgeha Girtî ya Jinan ya Amedê peyama Rojbîn Çetîn, ji girtîgeha Girtî ya Jinan ya Gebze peyama Nesrîn Akgul, ji girtîgeha girtî ya Jinan ya Bakirkoyê peyama Çîgdem Mater hatin xwendin. Piştre nivîskarên pirtukê axivîn ji nivîskara pirtukê Serap Dogan bal kişand ser sîstema ku zextên li ser jinan hatiye avakirin û got: “Destpêkê ji dayîk û bav ditirsî, mezin dibî ji dewlet û hevjînê xwe ditirsî, mirov difikire çima hemû bi tirsê ve girêdayîye. Em mirovên ku tirs şikandine. Havalên li girtîgehê ji bo cîhanek xweşiktir têkoşînê dikin.”

‘Şevekê me dîwarê tirsê derbaz kir’

Ji nivîskarên pirtukê Gulten Kaya îşaret bi çanda hevgirtin ku bi tevgera jinan li girtîgehê hatiye avakirin kir û got: “Weke helbestvan dibêje, ‘Şevekê me dîwarê heskirinê derbaz kir.’ Ez jî dibêjim me di şevekê de dîwarê tirsê derbas kir. Heta em bi havalên xwe yên li girtîgehê heman hewayê negrin em ê li kêleka hev bin.”

‘Têkoşîna jinan gihîşt milyonan’

Siyasetmedara Kurd ku ji Doza Kumpasê ya Kobanê hatiye tehliyekirin Gultan Kişanak bal kişand ser têkoşîna girtiyên siyasî li girtîgehê û wiha got: “Doza Kumpasê ya Kobanê dozek ku hewl dida têkoşîna azadiyê jinê ceza bike ye. Dema jin têkoşînê dikin ji bo hebûna jiyanê berxwedan dike. Têkoşîna jinan li girtîgehan li dijî hemû binpêkirinên mafan û pêkanînên gihaye milyonan.”

Piştî axaftinan bername bi imzakirina pirtukê ji aliyê Gultan Kişanak ve bi dawî bû.