Komkujiya Parîsê li Mexmûrê hat şermezarkirin

Li Wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê bi meşek girseyî hat şermezarkirin.

Mexmûr – Pêşenga tevgera azadiyê Sakine Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê re, di 23’ê Kanûnê de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan.

Gelê Mexmûrê bi meşek gireseyî ev komkujî şermezar kirin. Meş bi tevlîbûna hezaran kes ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir û li wê derê deqeyek rêz hat girtin û ji Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok axivî.

‘Wê bersiva me ji van komkujiiyan re cuda be’

Fadîle Tok di axaftina xwe de komkujiyên Parîsê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Heval Sara, pêşenga afrêneriya azadiyê ya keça Dêrsimê, li bajarên Kurdistanê bost bi bost têkoşîn meşand. Got hun nikarin vîna me, hebûna me, azadiya me tune bikin û hun nikarin bi qetlîaman me tune bikin. Heval Fîdan, ji bo li tevayî cîhanê ji dewletên du alî re bêje, êdî dîroka me ber bi rastiyê ve dimeşe peywendiyên rast danî. Her wiha heval Leyla, ya endama ciwanan ku weke dînamîka civakê hewl da civakê pêşve dibe. Li Parîsê derbeya ku li gelê Kurd hatî danîn me peyama xwe girt, em ê li beramberî vê komkujiyê û di heman demê de komkujiya ku 23’ê Kanûnê hatî kirin. Wê bersiva me ji komkujiyan re, ji dagirkeran re, ji komplogeran re, ji tecrîda girankirî ya ku îro li ser Rêber APO tê maşandin re cuda be.”

Daxuyanî bi diruşmên “Şehîd Namirin”, “Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî”, “Bijî Berxwedana Jina Kurd” û “Bijî Berxwedana Gêrîla” bi dawî bû.  

‘Dewleta Tirk ji jinên bi hêz û pêşeng di tirs e’

Besime Sipêrtî ya ku beşdarî meşê bûbû diyar kir ku divê dewleta Fransa demildest van komkujiyan ronî bike û wiha got: “Di serî de ez bejna xwe li beramberî hemû Şehîdên Kurdistanê di tewînim û bi bîr tînim. Em hemû dewletê Ewrupa bi taybet dewleta Fransa şermezar dikin, divê demildest van komkojiyan ronî bikin.”

Şirîn Kara jî her sê jinên şoreşger de bibîr anî û wiha got: “Êrîşa hovane ya dewleta Tirk ya li ser jinên têkoşer û pêşeng, dide diyarkirin ku ji jina Kurd û jina pêşeng ditirsin. Niha li tevayî cîhanê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ belav bûye. Dewletên dagirker destpêkê êrîşî jin û ciwanan dikin, divê weke jin em xwedî li erka ku dikeve ser milê me derbikevin û li azadiya xwe xwedî derbikevin. Hîna komkujiya yekem ya Parîsê nehatiye ronîkirin, di 23’ê Kanuna 2022’an de komkujiya dûyem pêkhat, divê dewleta Fransa hesabê vê komkujiyê bide û ronî bike. Wê dewleta Tirk negihe armanca xwe, em ê bi hemû hêz û hêrsa xwe rabin rê nedin dewleta Tirk.”